17:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Kremlîn

    Kremlîn: Dê Pûtin biryara bersiva toleyên Amerîkayê yên ser Rûsyayê bide

    © Sputnik/ Vladîmîr Pesniya
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3110

    Kremlînê li ser toleyên Amerîkayê yên Rûsyayê ku hatin eşkerekirin ragihand ku dê Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bersiva Rûsyayê ya ji bo toleyên Amerîkayê bide.

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku dê li hemberî toleyên Amerîkayê Rûsya jî bi rêbaza beramberiyê bersivê bide û got, 'Niha nikarim bibêjim, bê wê çawa be. Lê wekî min got, her kes dizane di vê rewşê de rêbaza beramberîbûnê kar bike. Helbet wê bersiva guncaw bê dayîn, ev dê li gor formulekirina Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêk were.'

    'BIRYARA AMERÎKAYÊ BIRYAREKE AGRESÎF E'

    Berdevkê Kremlînê da zanîn ku biryara toleyan a Amerîkayê biryareke neçaverêkirî û agresîf bû û got, 'Helbet em ji bo vê biryara Washingtonê careke din xemgîniya xwe tînin ziman.'

    'BIRYAR BÊNBINGEH Û DERVEYÎ HIQÛQA NAVNETEWÎ YE'

    Peskov bal kişand ser lêkolînkirina ser biryara Amerîkayê û wiha axivî: "Em niha halêhazir li ser daxuyaniyan û agahiyên hatine weşandin lêkolînê dikin. Em hewil didin hurgiliyan fahm bikin. Me berê jî gotibû, em biryarên wiha û toleyên bi vî rengî, bêbingeh û li derveyî hiqûqa navnetewî dinirxînin."

    Bi heman mijarî:

    Êrîşên ser balyozxaneya Şamê ya Rûsyayê didomin
    Obama: Em ê li ser Rûsyayê raporeke berfireh pêşkeşî kongresê bikin
    Di nav 72 saetan de dê 35 dîplomatkarên Rûsî werin dersînorkirin
    Asli Erdogan û Necmiye Alpay ji girtîgehê derketin
    Yek ji serokê DAIŞê Ebû Candal li Reqqayê hat kuştin
    Etîketan:
    Bersiva biryara Amerîkayê, Berdevkê Kremlînê, Peskov, Rûsya, rÛSYA, amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de