03:23 23 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Şoygu

    Şoygu: Zêdetirî 60 hezar milîtan beşdarî agirbestê bûn

    © Sputnik/ Vadim Savitskii
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got zêdetirî 60 hezar milîtan beşdarî peymana agirbest a di navbera alîgirên li Sûriyeyê de hat îmzekirin, bûn.

    Sûriye
    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Şoygu di civîna ligel Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de axivî û got, "Wezareta Parastin a Rûsyayê li gorî daxwaza Serokdewletê Rûsî Pûtîn û bi navbeynkariya Tirkiyeyê bi qasî 2 mehan bi serokên komên mixalîf ên Sûriyeyê hevdîtin pêk anîn. 7 serokên komên herî bibandor beşdarî hevdîtinan bûn. Ev kom piraniya herêmên bakurê Sûriyeyê û Sûriyeya navîn kontrol dikin."

    Wezîrê Parastinê derbirî ku hejmara milîtanên van koman bi tevhî zêdetirî 60 hezarî ye.

    ‘KOMÊN ÎMZE NEKIN WÊ RÊXISTINA TERORÊ WERIN QEBÛLKIRIN'

    Ji aliyê din ve Şoydu dest nîşna kir ku komên mixalîf ên ku peymanê îmze nekin wê wek rêxistina terorê werin qebûlkirin.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Agirbest dê şeva pêncşemê dest pê bike
    Muxalîfên Sûriyeyê: El Nusra û DAIŞ di agirbestê de tine nin
    Tirkiye: Li Sûriyeyê agirbest hat ragihandin, Tirkiye û Rûsya garantor in
    Pûtîn: ‘Li Sûriyeyê agirbest pêk hat
    Etîketan:
    komên mixalîf, milîtan, peyman, agirbest, Wezîrê Parastin ê Rûsyayê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Serokdewletê Rûsyayê, Sergey Şoygu, Sergey Lavrov, Vladîmîr Pûtîn, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de