10:29 20 Îlon 2017
Zindî
    Sûriye

    Pûtîn: ‘Li Sûriyeyê agirbest pêk hat

    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 75 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, ragihand ku hikûmeta Sûriyeyê û muxalîfan peymana agirbestê mor kirine.

    Pûtîn bi Wezîrê Karên Derveyê Sergey Lavrov û Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu hevdîtin pêk anî û diyar kir ku di navbera Şamê û muxalefetê de 3 metn hatine morkirin.

    Pûtn destnîşan kir ku belgeya ewil, derbarê ragihandina agirbesta li axa Sûriyeyê de ye, ya di duyan tevdîrên derbarê kontrola rejima agirbestê, ya sesêyan jî derbarê destpêkirina hevdîtinên aştiyê ya li Sûriyeyê ye.

    ​‘PEYMAN, ENCAMA XEBATÊN RÛSYA, TIRKIYE Û ÎRANÊ NE'

    Serokê Dewleta Rûsyayê eşkere kir ku peymana li hev kirina li Sûriyeyê encama xebatên Rûsya, Tirkiye û Îranê ne. Belê raste peymanên hatin morkirin sistin. Ji bo pêşxistin û parastina peymanan divê hewldanên taybet bê dayîn.

    ŞOYGU: AGIRBEST ÎŞEV DÊ BIKEVE MERÎTEYÊ

    Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu da zanîn ku agirbesta di navbera Şamê û muxalîfan de îşev bikeve merîteyê.

    PÛTÎN: EZ KÊMKIRINA HEBÛNA LEŞKERÊN RÛSÎ YA LI SÛRIYEYÊ QEBÛL DIKIM

    Ji aliye din ve Pûtîn, ragihand ku pêşniyara Wezareta Parastina Rûsyayê ku kêmkina hebûna leşkerên rûsî ya li Sûriyeyê qebûl dikim, lê têkoşîna Rûsyayê ya li dijî terorîzmê dê dewam bike. Pûtîn da zanîn ku piştgiriya wan ya bo têkoşîna terorîzmê ya Hikûmeta Sûriyeyê jî dê dewam bike û bo pêşxistina baregehên rûsî yên Tartûs û Hmeymîmê jî dê li gorî peymanê tevbigerin.

     

    Bi heman mijarî:

    Rêjeya piştgiriya Pûtîn rekor şkand
    Pûtîn: Ti kes nikare kêşeyên em ji heq derneyên derxe
    Hesen Rûhanî ji bo Pûtîn nameya sersaxiyê şand
    Pûtîn di derbarê jîngehê de daxuyaniyên girîng dan
    Pûtîn serdana fabrîqeya "îksîra ciwaniyê" kir
    Etîketan:
    metna, morkirin, ragihandin, agirbest, Vladimîr Pûtîn, Sergey Şoygu, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de