04:24 21 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Rûsya amade ye bi rêveberiya nû ya Amerîkayê re diyalogê deyne

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov anî ziman ku Moskow amade ye ligel rêveberiya nû ya Amerîkayê diyalogeke berfireh pêk bîne û got lê em di vê mijarê de zorê nadinê.

    Lavrov ji bo RIA Novostiyê axivî û got ew her tim amade ne ku di formatên cuda de ligel rêveberiya Donald Trump diyalogê deyne lê ew di vê mijarê de zorê nadin.

    Peskov got, "Bêguman me meyla pêşxistina têkiliyên normal ên ligel Rûsya ya ku Trump di dema kampanyaya hilbijartinê de daxuyandibû, bi erênî pêşwazî kir. Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Trump di hevdîtina xwe ya 14ê Mijdarê de derbirîn ku divê rewşa xerab a têkiliyên dualî yên heyî were sererastkirin." Lavrov derbirî ew amade ne bi rêveberiya Trump re, tevlî Sûriyeyê, di qada têkoşîna dijterorê de hevkariyê bikin.

    ‘JI OBAMA PAYÎNA GUHERTINA POLÎTÎKAYA SÛRIYEYÊ XWEXAPANDIN E'

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê her wiha destnîşan kir ji rêveberiya Baracak Obama ya ku nêz3ikê dawiya peywira xwe dibe, payîna guhertin a politikaya Sûriyeyê wê xwexapandin be.

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Em ê li Sûriyeyê hevkariya bi Tirkiye û Îranê re xurt bikin
    Lavrov û Çavuşoglu mijara Sûriyeyê nirxandin
    Lavrov û Kerry li ser Helebê peyivîn
    Lavrov: Em ê bi wan kesan re hevdîtinê bikin ku li qadê bi bandor in
    Etîketan:
    danîn, diyalog, amadebûn, RIA Novosti, Serokê nû yê Amerîkayê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Barack Obama, Donald Trump, Sergey Lavrov, Sûriye, Rûsya, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de