11:27 24 Îlon 2017
Zindî
    Bîranîna ketina balafira rûsî

    Sokolov: Xebata mezin a lêgerîna ketina balafira Tu-154ê qediya"

    © REUTERS/ Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Wezîrê Veguhestin ê Rûsyayê Maksîm Sokolov derheqê balafira Tu-154 a rûsî ku li Deryaya Reş ket ragihand ku lêgerîna xebata mezin qediya.

    Wezîrê Veguhestin ê Rûsyayê Maksîm Sokolov derheqê balafira Tu-154 a rûsî ku li Deryaya Reş ket ragihand ku lêgerîna xebata mezin qediya, lê xebata legerîna rizgarkirinê didome. Li gorî daxuyaniya wezîrê rûsî qadeheke bi mezinahiya 130 kîlometroyî hatiye kontrolkirin.

    Maksîm Sokolov di axaftina xwe ya komîteya lêpirsîna ketina balafirê de ku ji terefê hikûmeta Rûsyayê ve hatibû damezrandin de got: "Di xebatên lêgerînê de em rastî 19 cesed û 230 perçeyên cesedan hatin, 13 jê mezin zêdetirî 20 hezar perçeyên balafirê jî me dîtin."

    Sokolov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji îro pê ve tişta ji bo herî girîng tespîtkirina nasnameyên cesedan e û ji bo vê testên DNAyê jî hatin kirin."

    BAYNETOV: JI BO ENCAMÊN DAWÎ PÊWISTÎ BI 30 ROJÎ HEYE

    Wezîrê rûsî di dirêjiya axaftina xwe de got." Hat tespîtkirin ku piştî balafir li avê ket û kete xwara deryaya hema bêje hemû perçe bû. Helbet ew xebatên lêgerîn û lêkolînê zahmet kirin. Encamên dawî yên karesata balafira Tu-154 piştî ku hemû doneyên wê hatin berhevkirin dê bibe. Hetanî meha rebendanê em ê bikaribin doneyên pêşî yên ekspertiz wergirin."

    Serokê Daîreya Firînê ya Hêza Hewayî ya Rûsyayê Sergey Baynetov jî di civîna komîsyona lêkolîna ketina balafirê de got: "Ji bo em encamên dawî yên ketina balafirê bidest bixin herî kêm pêwistî bi 30 rojî heye."

    Baynetov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Deşîfrekirina qutuyên reş herî kêm wê 10 rojan bidome. Me tîmeke mezin ku ji pispor û profesyonalan pêk tê ava kir. Em hêvî dikin di dema herî zû de agahiyên ketinê wergirin. Lê pêşencam encex meha rebendanê bikevin destê me."

    DI BALAFIRÊ DE TEQÎN PÊK NEHATIYE

    Sergey Baynetov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Di balafirê de teqîn pêk nehatiye. Li gorî texmînên me tu êrişek li dijî balafirê nehatiye kirin û em gihîştin vê encamê. Lê niha em vê îhtîmalê li derveyê lêpirsînê jî nagirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Binavgeran tomareke magnetîk ji balafira Tu-154ê rizgar kir
    Charlie Hebdo bi karîkaturekê henekê xwe bi ketina balafira Rûsî kir
    Duyemîn sindoqa reş a balafira rûs hate dîtin ku tevlî 92 rêwiyên xwe ketibû Behra Reş
    Motor û taximê daxistinê yên balafira Tu-154 a ketî hate dîtin
    Sindoqa reş ya balafira Tu-154ê hat dîtin
    Etîketan:
    Serokê Daîreya Firînê ya Hêza Hewayî ya Rûsyayê, Wezîrê Veguhestin ê Rûsyayê, Sergey Baynetov, Maksîm Sokolov, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de