06:45 23 Mijdar 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov nûçeya lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê li ser planekê piştrast nekir

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 42 0 0

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) serast nekir.

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) serast nekir. Peskov di axaftina xwe de got: "Ez nikarim bersiva vê pirsê bidim, Ji bo ku derheqê mijarê de zêde agahiyên min tunene.

    Ajansa Anadoluyê îro di nûçeya xwe de ragihandibû ku Tirkiye û Rûsya li ser planake seranserê Sûriyeyê ku di nava alîgiran de agirbestê were ragihandin lihev kir nivîsandibû.

    Herwiha li gorî nûçeya AAyê, tê plankirin ku îşev piştî nîvê şevê li seranserê Sûriyeyê agirbestê ragihînin.

    Di civîna çapemenî ya berdevkê Kremlînê de ev pirs ji Peskov hat kirin. Peskov di bersivdayîna xwe de got: "Ez nikarim bersiva vê pirse bidim, lewma derheqê mijarê de zêde agahiyên min tune ne."

    Ji aliyekî din ve, Peskov derbarê hevdîtinên aştiyê yên Sûriyeyê ku tê plankirin li paytexya Qazaxistanê, Astanayê pêk werin de jî wiha got: "Ji bo em hûrgiliyên cûrbicûr ên hevdîtinên Astanayê yên plankirî biaxivin, em hertim pêwnediyên bi hevkarên xwe yên tirk re datînin. Em hemû tên kirin ta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê bê peydakirin."

    Bi heman mijarî:

    AA: "Tirkiye û Rûsya li ser plana agirbest a Sûriyeyê lihev kir"
    Koma Kahîreyê: Ji bo hevdîtinên Astanayê tu kes bi me re hêj neketiye têkiliyê
    Dibe berpirsên leşkerî yên rûs, tirk û îranî jî tevlî civîna Astanayê bibin
    Peskov:Derbarê hevdîtinên li Astanayê de tiştek zelal nîn e
    Pûtîn: Em ê pêşniyarî Erdogan bikin ku gotûbêjên Sûriyeyê li Astanayê berdewam bikin
    Etîketan:
    AA, Dmitriy Peskov, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de