14:56 21 Mijdar 2017
Zindî
    Vladimir Çijov

    Çîjov: "Polîtîkaya YE ya Sûriyeyê tenê bi peyvan dimîne"

    © Sputnik/ Sergey Subbotin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1410

    Nûnerê Rûsya yê Daîmî li Yekîtiya Ewropayê (YE) Vladimîr Çîjov ragihand ku polîtîkaya YEyê ya Sûriyeyê tenê bi peyvan dimîne û hetan niha tu çalakiyeke rasteqîn nehatiye kirin.

    Nûnerê Rûsya yê Daîmî li Yekîtiya Ewropayê (YE) Vladimîr Çîjov di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Izvestiyayê de got: "Ez dikarim bêjim ku polîtîkaya Yekîtiya Ewropa ya Sûriyeyê tenê dip eyvan de dimîne. YE, di nava Grûba Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî de cih digire û gelek daxuyaniyan dide. Lê dema mijar tê çalakbûnê dibêje ez di operasyonên leşkerî de cih nagirim."

    HÊ JÎ HELWESTA XWE ZELAL NEKIRINE

    Vladimîr Çîjov di berdewamiya axaftina xwe de bersiv da daxuyaniya Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî ya Derve ya YEyê Federica Mogherini ku gotibû ‘tenê YE alîkariya însanî dişîne Sûriyeyê' û got: "Di vê mijarê de em tim bi wan re di nava pêwendiyê de ne, em helwesta xwe ya alîkariya însanî eşkere dû pêşniyara hevkariyê dikin. Lê hê jî heta niha ji bo hikûmeta Sûriyeyê helwesta xwe zelal nekirine."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye diyaloga bi Tirkiyeyê re bi şert dipejirîne
    Çavûşoglu:Dê hevdîtina me ya sêqolî ji bo pêşeroja Sûriye baş be
    Sûriye: "Milîtanan li Helebê êrişî korîdora sivîlan kir"
    Esad: Artêşa Sûriye piştî rizgarkirina Helebê wê berê xwe bi de Palmîrayê
    ‘Leşkerên Amerîkayê gihiştin herêma li ser sînorê Sûriye û Iraqê'
    Etîketan:
    Helwesta Ewropa ya Sûriyeyê, Nûnerê Rûsya yê Daîmî li Yekîtiya Ewropayê (YE), Vladimîr Çîjov, Sûriye, Rûsya, Ewropa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de