15:05 21 Mijdar 2017
Zindî
    Heleb derketina muxalîfan û sivîlan, Sûriye

    Lavrov: Em ê li Sûriyeyê hevkariya bi Tirkiye û Îranê re xurt bikin

    © AFP 2017/ KARAM AL-MASRI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 26 0 0

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got Moskova di derbarê mijara çareserî ya li Sûriyeyê de hevkariya xwe ya ligel Tehran û Enqereyê wê xurt bike.

    Lavrov dest nîşan kir ku ew di çarçoveya hevkariya ligel Tirkiye û Îranê biserketin ku sivîl û mixalîfên çekdar ên li Helebê tehliye bikin û got, "Bi vê sayeyê gelek sivîl hatin rizgarkirin. Bêguman rizgarkirina Helebê li Sûriyeyê ji aliyê paqijkirina terorîstan ve qonaxeke gelekî girîng e. Ev pêşketin tenê ne xwediyê girîngiyeke leşkerî ye, di heman demê xwediyê girîngiyeke siyasî ye jî."

    ‘EM AMADE NE LIGEL HEMÛ ALIYÊN KU LI HEMBERÎ SIBEROJA SÛRIYEYÊ BÊDENG NAMÎNİN HEVKARIYÊ BIKIN'

    Lavrov diyar kir ku êdî li hemû cîhanê tê dîtin ku li Sûriyeyê bêyî çaerseriya dîplomatîk tu altenatîf tune ye û derbirî ku ew amade ne ligel hemû aliyên ku li hemberî Sûriyeyê û siberoja Sûriyeyê bêdeng namînin hevkariyê bikin.

    ‘EM DI NAVBERA ALIYÊN SÛRIYEYÊ DE AMADEKIRINA PEYMANÊ PÊK BÎNIN'

    Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê dest nîşan kir ku Moskow, Enqere û Tehran wê di navbera rêveberiya Şamê û mixalîfên Sûriyeyî de peymana tê amade kirin, temam bikin.

    Lavrov bibîrxist ku Rûsya, Tirkiye û Îranê di belavoka hevpar a di 20ê Berfanbarê de li Moskowê hat qebûlkirin de derbirîn ku ew ji bo peymana navbera aliyên Sûriyeyî û çareseriyê amade ne ku garantoriyê bikin.

    ‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEVGIRTINA AXA SÛRIYEYÊ'

    Lavrov li ser pirsa ‘Gelo hêvî heye ku Sûriye wek dewleteke unîter bimîne?' got, "Gelê Sûriyeyê wê bersivê bide pirsgirêkên wek pergala dewletê. Em alîgirên serwerî, serxwebûn û hevgirtina axa Sûrşiyeyê ne."

    Etîketan:
    xurtkirin, hevkarî, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Lavrov, Îran, Tirkiye, Heleb, Rûsya, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de