03:18 25 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Dewleta Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn

    Pûtîn serdana fabrîqeya "îksîra ciwaniyê" kir

    © Sputnik/ Mihayil Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi Serokê Dewleta Qazaxistanê Nursutlan Nazarbayev serdana fabrîqeya dermanan a bi navê 'Biokad'ê ya li St. Petersburgê kir. Pispor li fabrîqeya navborî li ser dermanekî dixebitin ku pêşiyê li pîrbûnê bigire.

    Fabrîqeya Biokadê ya ku li St. Petersburgê ku li ser dermanên kanser û pênegiriyê nexweşiyan dixebite îro pêşwaziya Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi Serokê Dewleta Qazaxistanê Mursutlan Nazarbayev kir.

    ​Birêveberê Giştî yê Fabrîqeyê Dmitriy Morozov derbarê hilberandin û pêşketinên dermanên kanserê de agahî dan herdû serokan.

    PÛTÎN Û NAZARBAYEV JI BO "HEBÊN CIWANIYÊ" YÊN TÊN BIPÊŞXISTIN AGAHÎ WERGIRTIN"

    Herwiha Pûtînê 64 û Nazarbeyevê 76 salî dûre serdana Labaratuwara Lêkolînan kir ku xebatên dermanên dijî pîrbûnê lê tên kirin. Hêjayî gotinê ye ku dermanên dijî pîrbûnê dûre wek hebên ciwaniyê hatibûn nasîn.

    Serokê Dewleta Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn
    © Sputnik/ Sputnik
    Serokê Dewleta Qazaxistanê Nursultan Nazarbayev û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn

    Serokê Labartuwarê Aleksandr Karabelskiy diyar kir ku tê pêşbînkirin, di nava salekê de encamê ji "hebên ciwaniyê" bigirin û wiha pê de çûbû: "Armanca me ne zêdekirina temenî ye lê zêdekirina kalîteya jiyana wî ye ta ku xwe ciwantir his bike."

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn
    © Sputnik/ Sputnik
    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn

    Herwiha Karabelskiy diyar kir ku ev derman dikarin xeter kanser û nexweşiyên dermanan

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ji bilî terorîst, tundrew û DAIŞiyan her kes sersaxiyê dixwaze
    Kalin: Tirkiye, Rûsya û Îran dibin garantorên Sûriyê
    Rûsya: Pirsa Kurd li herêmê mijareke hesas e
    Rûsya: Di sala 2017an de îxracata petrolê wê bigihêje 279 tonî
    Rûsya piştî ketina balafira Tu-154ê şînê girêdide
    Rûsya: "Li Helebê gora komî hat dîtin"
    Etîketan:
    kanser, derman, Aleksandr Karabelskiy, Mursutlan Nazarbayev, Vladîmîr Pûtîn, Dmitriy Morozov, St. Petersburg, Qazaxistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de