14:52 21 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Şoygu

    Şoygu: Ji bo hemû termên di karesata Tu-154ê de bên dîtin em her tiştî dikin

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu got ku wezaret ji bo sedema karesata Tu-154ê lêpirsîn bike û hemû term bên dîtin, çi ji destê wan tê dikin.

    Şoygu di civîna li Wezaretê de axivî û diyar kir ku her çiqasî gelekê zehmet be jî ew hewl didin êşê kêm bikin.

    ‘WÊ JI BO KOROYA ARTÊŞA SOR 70 DAÎRE BÊN EYARKIRIN'

    Di vê navberê de Şoygu ferman da ku di demeke herî kurt de Koroya Artêşa Sor a Aleksandrov careke din bê avakirin û ji bo koroyê 70 daîre bê eyarkirin.

    Wezîrê Berevaniyê diyarkir ku ji bo kevneşopiya Koroya Artêşa Sor berdewam bike divê pêşbirkek bêlidarxistin da ku hunermendên herî baş bên hilbijartin.

    ‘ALÎKARIYA MIROVÎ YA DR. LIZA GIHIŞTIN HMEYMÎMÊ'

    Li aliye din Şoygu ragahind ku kelûpelên alîkariya mirovî yên ku aktivîsta rûs a Elizaveta Glinka a bi nasnav Dr. Liza ku dixwest ji bo nexweşxaneyeke li bajarê Lazqiyê yê Sûriyê bişîne, wan gîhandine Baregeha Hmeymîmê. Dr. Liza jî di balafira Tu-154an de bû û jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Sindoqa reş ya balafira Tu-154ê hat dîtin
    Sedema ketina balafira futbolîstên Brezîlî diyar bû
    Çavuşoglu ji bo balafira Tu-154 û Sûriyeyê telefonê Lavrov kir
    Perçeyên mezin ên ayidê balafira Rûsî ya tîpa Tu-154 a ket Behra Reş hatin dîtin
    "Teror ne sedema ketina balafira Rûsyayê ye"
    Aktîvîsta navdar jî di balafira rûsî a ku ket de bû
    Etîketan:
    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê, Koroya Artêşa Sor a Aleksandrova, Elizaveta Glinka, Dr. Liza, Sergey Şoygu, Baregeha Hmeymîmê, Sûriye, Lazqiyê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de