16:46 18 Hezîran 2018
Heleb, Suriye

Girîngiya tabûra polêsan ya leşkerên rûs ya li Helebê çi ye?

© AP Photo / Hassan Ammar
Rûsya
Lînkê kurt
0 20

Parlementerê rûs Sergey Gavrîlov, destnîşan dike ku tabûra polêsan ya bi ser Wezareta Parastina Rûsyayê ve ye, wê di dema derbasbûna pergala aştiyê ewlekariya Helebê saz bikin. Lewma jî hebûna wan ya li Helebê gelekî girîng e.

Gavrîlov di gotûbêja xwe ya RIA Novostiyê de, dibêje li Helebê niha ti rêvebiriyek herêmî nîne  lewma jî polêsên rûs wê di pêvajoya pergala aştiyê de roleke girîng bilîzin.

Herwiha hat amajekirin ku polêsên rûs wê têsîreke girîng li mijara perwerdekirina polêsên herêmî jî bike.

‘RÛSYA XWEDÎ TECRUBEYEKE GIRÎNG E'

Ji aliyê din ve Gavrîlov amaje dike ku Rûsya di mijara operasyonên parastina aştiyê de jî xwedî tecrubeyeke girîng e.

Gavrîlov, amaje kir ku Rûsya li gelek herêmên pevçûn lê rû didin, bo operasyona polêsan bingehê amade dike û wiha pê de çû: ‘Hebûna pisporên rûs ya di nava leşker û polêsên leşkerî yên li Helebê gelekî girîng e.'

Demek berê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu amaje kiribû û gotibû ku wê ewlekariya  taxên Helebê yên rizgarkirî, radestî polêsên leşkerî yên Rûsyayê bikin. Herwiha hatibû gotin ku polêsên leşkerî yên yên rûs yên li Helebê roja  pencşemê dest bi xebatên xwe kirine.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Konvoya otobûsan a yekem li gel leşkerên rûs re ket rê
Leşkerên rûs amadekariya derketina milîtanên dawî yên li Helebê dikin
Pûtîn ferman da ku leşkerên rûs ên li Sûriyeyê dimirin bên xelatkirin
Huffington Post: Leşkerên alîgir ên Rûs encama Erdogan diyar kir
Dûmayê peymana Hmeymîmê ya ji bo bicihbûna leşkerên Rûs pejirand
Etîketan:
ewlekarî, asayîş, daiş, leşker, polêsên rûs, Sergey Gavrîlov, heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de