04:59 24 Mijdar 2017
Zindî
    Elizaveta Glinka

    Aktîvîsta navdar jî di balafira rûsî a ku ket de bû

    © Sputnik/ Kirill Kallinikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Hat ragihandin ku aktîvîsta navdar bi leqeb Dr. Lîsa Elîzaveta Glînka jî di balafira rûsî Tu-154 ku îro dema ji bajarê Soçiye diçû Sûriyeyê piştî rabûnê bi demekê li Deryaya Reş ket de bû.

    Hat ragihandin ku aktîvîsta navdar bi leqeb Dr. Lîsa Elîzaveta Glînka jî di balafira rûsî Tu-154 ku îro dema ji bajarê Soçiye diçû Sûriyeyê piştî rabûnê bi demekê li Deryaya Reş ket de bû. Glînka di serdema krîza Ûkraynayê de gelek zarokên birîndar ji herêma şer tahliye kiribûn.

    Elîzaveta Glînka serokatiya saziyeke sivîl a bi navê ‘Fair Aid' ku piştgirî û alîkariya tibî ya nexweşên bi pençeşêrên ketibû dikir. Nûnerên saziya Fair Aidê jî ragihandin ku Glînka di balafira ku ket de bû.

    Li gorî daxuyaniya nûnerên saziya Fair Aidê, Glînka ji bo ku alîkariya însanî bigihîne nexweşxaneyên herêmî yên Sûriyeyê di balafira Wezareta Parastin a Rûsyayê de bû.

    Herwiha Wezareta Parastin a Rûsyayê jî ragihand ku Glînka ji bo ku beşdarî alîkariya însanî ya Nexweşxaneya Zanîngeha Lezqiyeyê di balafirê de bû.

    Ji ber xebatên qada însanî yên Elîzaveta Glînka, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di serê meha berfenbarê de madalyeya dewletê peşkeş kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn ji bo şîna netewî bernameya xwe guherand
    Medvedev: "Ketina balafirê wê bi hurgilî were lêkolînkirin"
    Piştî bûyera qezayê li Rûsyayê şîna netewî hat îlan kirin
    Wezareta Karên Derve ya Tirkiye sersaxî ji Rûsyayê re xwest
    Tirkiye sersaxî ji Rûsyayê re xwest
    Etîketan:
    Ketina balafira rûsî Tu-154, Aktîvîsta rûsî, Wezareta Parastin a Rûsyayê, ElÎzaveta Glînka, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de