06:33 23 Mijdar 2017
Zindî
    Tu-154

    Balafira leşkerî ya Rûsyayê ku 92 kes tê de bûn li ser Behra Reş ket

    A. Polikashin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17901

    Balafira bi navê Tupolev Tu-154 piştî ku ji bajarê Soçiyê bi hewa ket winda bû û agahî jê nehate girtin. Hat ragihandin ku balafira ku 92 kes tê de bûn li Behra Reş kete xwarê.

    17.40 — SÎMONYAN: EM Bİ MALBATÊN WE RE Dİ NAVA ŞÎNÊ DE NE
    Gerînendeya Giştî ya Spûtnîk û Russia Todayê (RT) Margarîta Sîmonyan ji bo balafira rûsî Tu-154 ku li qeraxa Deryaya Reş a Soçiyê ket peyameke sersaxiyê weşand.
    Margarîta Sîmonyan di peyama xwe ya medyaya civakî ya Twitterê de got: "Hevalno, em bi malbatên we re di nava şînê de ne. Peyveke ku ez bikaribim bejim nabînim."

    17.30 — KLINTSEVÎÇ: KETINA BALAFIRÊ BANDORÊ LI FEALIYETÊN SÛRIYEYÊ NAKE

    Klintsevîç di peyama xwe ya ji bo ketina balafira rûsî Tu-154ê de ragihand ku ketina balafira leşkeri tu bandorê li fealiyetên Sûriyeyê nake.

    15.20 — PEŞKOV BERTEK NÎŞANÎ PEYAMÊN ÛKRAYNIYAN DA

    Serokê Komîsyona Polîtîkayên Enformasyona Konseya Federasyona Rûsyayê Aleksey Puşkov bertek nîşanî peyamên ûkrayniyan ê ku ji bo ketina balafirê li ser medya civakî parve kirin.
    Peşkov di hisabê xwe yê Twitterê de got: "Hemû dinya sersaxî ji Rûsyayê re dixwaze, lê hisabên medya civakî yên Ûkraynayê wekî kuştina balyozê rûsî kêfxweşiya xwe nişan didin. Ev kefxweşiya ûkrayniyan li hemberî ketina balafirê dê tiştê baş ji wan re neyine."

    17.00 — AKTÎVÎSTA NAVDAR JÎ DI BALAFIRA RÛSÎ A KU KET DE BÛ

    16.55 — PÛTÎN BIRYARNAMEYA ŞÎNA NETEWÎ ÎMZE KIR

    Li gorî daxuyaniya Kremlînê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo ragihandina şîna netewî ya 26ê Berfenbarê biryarname îmze kir.
    16.05 — VOLODIN: EM HEMÛ BI HEV RE DI ŞÎNÊ DE NE"
    Serokê Dumayê yê baskê jêr ê Parlamentoya Rûsyayê Vyaçeslav Volodîn ji bo xizm û eqrebeyên kesên mirî peyameke sersaxiyê weşand.
    Vyaçeslav Volodîn di peyama xwe ya sersaxiyê de got: "Pir zahmet e ku mirov bikaribe bawerî van bûyeran bîne. Ev ji bo me êşeke mezin û windayiyeke ku telafiya wê tuneye. Em hemû bi hev re di şînê de ne."
    16.00 — ESAD: DI BALAFIRÊ DE DOSTÊN ME KU BIHATA KÊFA ME PARVEBIKIRANA HEBÛN
    Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo qezaya balafirê peyameke sersaxiyê ji Serokê Rûsyayê Pûtîn re şand. Li gorî nûçeya SANAyê Esad di peyama xwe de got: "Ketina balafira Tu-154ê min bi xemgînî bihîst. Di balafirê de dostên me ku kêfxweşiya me bi hev re parvekirina hebûn."
    15.55 — 10 CESEDÊN DIN HATIN DERXISTIN
    Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Rûsyayê hejmara cesedên ku ji herêma bûyerê derxistin gihîşte 10an û xebatên lêgerînê b3e navber didomin.
    15.50 — JI SEROKÊ AZERBEYCAN, KAZAKISTAN Û ERMENISTANÊ PEYAMA SERSAXIYÊ
    Serokomarê Azerbeycanê İlhan Aliyev, Serokê Dewleta Kazakistanê Nursultan Nazarbayev û Serokê Dewleta Ermenistanê Serj Sarkisyan ji bo qezaya balafira rûsî ku li Deryaya Reş ket peyama sersaxiyê ji Serokê Rûsyayê Pûtîn re şandin.
    15.45 — XEBATÊN LÊGERÎNA ENQAZÊ BALAFIRÊ DIDOMIN
    Piştî ketina balafira rûsî Tu-154 li Deryaya Reş xebatên lêgerîna enqazên balafirê didomin.
    15.40 — MATVIYENKO: EZ JÎ Bİ HERKESÎ RE ÊŞÊ DIKIŞÎNIM
    Seroka Konseya Federasyona Parlamentoya Rûsyayê Valentîna Matviyenko ji bo qezaya balafirê peyameke sersaxiyê ji Wezareta Parastin a Rûsyayê re şand. Matviyenko di peyama xwe de got: "Ez jî bi herkesê ku xizm û eqrebeyên xwe winda kirine re êşê dikişinim. Rica dikim hûn peyama min a sersaxiyê bigihînin malbatên ku xizmên xwe winda kirine û sebrê ji wan re dixwazim.
    15.35 — ZAXAROVA: WINDAYIYEKE KU NAYÊ TELAFÎKIRIN
    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsayê Mariya Zaxarova jî ji bo ketina balafira rûsî li ser hisabê Facebookê peyamek weşand û got: "Windayiyeke ku nayê telafîkirin. Ji herkesî re sersaxî dixwazim. Windabûneke ku cihê wan nayê dagirtin."

    13.49 7 CESEDÊN DIN HATIN DÎTIN

    Li gorî agahiyên çavkaniyek ji herêmê, di encama xebatên lêgerînê de 7 cesedên din hatine dîtin.

    13.43 LI MOSKOWÊ MERASÎMA BÎRANÎNÊ TÊ LIDARXISTIN

    Şêniyên Moskowê bo bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dan, gul û qurnefil danîn ber avahiya Koroya Artêşa Sor.

    13.00 BI FERMANA PÛTÎN KOMÎSYON HATE AVAKIRIN
    Bi fermana Pûtîn li ser navê dewletê komîsyonek lêpirsînê hate avakirin û Wezîrê Ragihandinê Maksîm Sokolov jî hate serê komîsyonê.

    12.53 Li gorî agahiyên dawî yên Wezareta Parastin di balafirê de 92 kes hebûn.

    XEBATÊN LÊGERÎNÊ JI ALIYÊ WEZÎR ŞOYGU VE TÊ MEŞANDIN
    Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji aliyê Wezîrê Parastinê SErgey Şoygu ve ji Navenda Rêvebiriya Ewlehiyta Neteweyî ve tê meşandin.

    12.45 'JI QEZAYÊ TI KES SAX NEFILITÎ'

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, daxuyand ku di encama qezeyê de ti kes sax nefilîti.

    12:20 WEZARETA PARASTINÊ: DI BALAFIRÊ DE 93 KES HEBÛN

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku di balafira Tu-154an de 93 kes hebûn. Wezaretê endamek din yê Koroya Artêşa Sor li lîsteya rêwiyan zêde kir.

    PIŞTÎ BI HEWAYÊ KET BI 2 DEQIYEYAN JI RADARÊ WINDA BÛ

    Berdevkê Wezareta Parastinê Îgor Konaşenkov jî amaje kir ku balafir piştî ku bi hewayê ketiye û 2 deqîqeyan ji radarê winda bûye. Yanî 05:25an de bi hewayê ketiye û 05:27 de jî winda bûye.

    12.08 JI BEHRÊ 5 CESED HATIN DERXISTIN
    Çavkaniyek ji herêmê di axaftina xwe ya Spûtnîkê de, diyar kir ku di encama lêgerînê de 5 cedes hatin dîtin.

    11:54 PÛTÎN SERSAXÎ XWEST

    Pûtîn bo malbatên kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest.

    11.51 PÛTÎN JI MEDVEDEV XWEST KU SEROKATIYA KOMÎSYONÊ BIKE

    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, xwest ku Serokwezîrê Rûsyayê Dmîtriy Medvedev li ser navê dewletê komîsyoneke lêpirsînê ava bike û ew serokatiya komîsyonê bike. 

    11:40 JI WEZARETÊ DAXUYANIYA PÎLOTÊ BALAFIRÊ

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ragihand ku balafira Tu-154an ji aliyê pîlot Roman Volkovê ku xwedî tecrubeyeke mezin e, hatiye ajotin. Herwiha hat gotin ku Volkov xwedî tecrubeya 3 hezar saet firîn e.

    11:26 DÎMENÊN PÊŞÎ YÊN OPERASYONA RIZGARKIRINÊ

    11:19 WEZARETA REWŞA LEZGÎN, CENTROSPAS Û KOMA LÎDER ŞAND CIHÊ BÛYERÊ

    Wezareta Rewşa Lezgîn ya Rûsyayê, komên lêgerîn û xilaskirinê yên 'Centrospas' û 'Lîder' şande cihê bûyerê.

    11:10 WEZARETA PARASTINÊ LÎSTEYA RÊWIYAN WEŞAND

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê lîsteya rêwiyan ya di balafira Tu-154an weşand.  Di nava lîsteyê de  navên doktor Elîzaveta Glînka ya ku bi alîkariyên xwe yên bo sîvîlên Ukrayna û Sûriyeyê tê naskirin, rêvebirê hunerê ya Koroya Artêşa Sor Aleksandir Xalîlov û Serokê Daîreya Çandê ya Wezareta Parastinê Anton Gubankov jî hebûn.

    11:01 XEBATÊN LÊGERÎNÊ DIDOMIN

    Xebatên lêgerînê yê li herêmê bi 7 keştî û firokeyek Ka-32an tên kirin. Herwiha li Sîmferopol û Gelencîkê jî 2 firokeyên Mi-8 jî amade tên rawestandin.

    10:48 Operatorê deng yê NTVyê Yengeniy Tolstoy herî dawî wêneyê balafirgehê parvekiribû.

    10:44 Kanala Perviy wêneyên xebatkaran belav kir.

    10:37 Kanala Rûs NTV diyar kir ku heta niha 3 xebatkarên balafirê hatine dîtin. Li gorî daxuyaniyan peyamnêrê NTVyê Mixaîl Lujnetskiy, kameraman Oleg Pestov û operastorê deng Yengeniy Tolstoy jî di balafirê de bûn.

    Televîzyona Zvezda yê jî dîtina cesedê 3 xebatkarên balafirê ragihand.

    10:30 KOROYA ARTÊŞA SOR  YA ALEKSANDROV Û HIN ROJNAMEVAN JÎ DI BALAFIRÊ DE BÛN

    Peskov daxuyand ku di balafirê de hin rojnamevan û endamên Koroya Artêşa Sor ya Aleksanrov jî hebûn.

    10:17  DI 6 KÎLOMETREYA PERAVÊ DE CESEDEK HATE DÎTIN

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgot Konaşenkov got wan li cihekî bi qasî 6 km nêzî peravê cesedek dîtine û wiha pê de çû: 'Piştî ketina balafira Tu-154 ya Wezareta Parastinê, bi li cihekî qasî 6 km  nêzî perava Soçiyê me cesedê rêwiyekî dît. Lêgerîna rêwiyan berdewam e. '

    10:05 DERBARÊ BÛYERÊ DE PÛTÎN HATE AGAHDARKIRIN

    Berdevkê Kremlînê Dmîtrîy Peskov, destnîşan kir ku Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu, Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn derbarê bûyerê de her agahdar dike. Peskov amaje kir ku fermanek taybet ya Pûtîn ya bo şandina balafirê tune ye û wan niha dest bi xebatên alîkariya lezgîn kirine.

    09:34 TÎMA LÊKOLÎNÊ GIHIŞTE CIHÊ BÛYERÊ

    Komîteya Lêpirsînê ya Rûs piştî ketina balafira leşkerî, lêpirsîn da destpêkirin. Nûnera komîteyê Svetlana Petrenko ragihand ku wan dest bi lêpirsîna belgeyên pisporên leşkerî û kesên ku destura firîna balafira Tu-154 ya bo Sûriyeyê daye, kirine.

    09:20 09:20 WEZARETA PARASTINÊ KETINA BALAFIRÊ PIŞTRAST KIR

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyek da û got parçeyên balafira ketî bi qasî 1.5 kîlometre dûrî peravê hatiye dîtin.

    09.05 Rayderarên ku dibêjin balafir dema rabûnê ketiye xware û diyar dikin ku ew ne bawer in kesek bi saxî hatiye filîtîn.

    09.00 Çapemeniya herêmî diyar kirin ku balafir nêzî bajarê Soçiyê ketiye xware.

    ​Çavkaniyek ji Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê derbarê balafirê de hin agahî da Spûtnîkê û diyar kir ku 91 kes di balafirê de bûn ku 8 ji wan muretebat in.

    Hat ragihandin ku balafira ku ji bajarê Soçiyê bi hewayê ket, li çiyayên li başûrê herêma Krasnador ketiye.

    ​Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di balafirê de, rojnamevan, rayedarên leşkerî û muzîkjenên Koroya Artêşa Sor hebûn.

    Li gorî agahiyên hatine bidestketin, balafir dîçû Beregeha Hmeymîm ya Sûriyeyê. Balafir li gorî saeta herêmî saet  05:20an de bi hewayê ket û dora saet 05:40an de agahî jê qut bu.

    Bi heman mijarî:

    Balafira leşkerî ya rûsî ku 39 kes têde bûn li Sibiryayê ket
    Balafira rûsî, pêşî lê girt ku 3 bajarên Israîlê bibin xwelî
    Kulunkê AKPeyî: "Xistina balafira rûsî, operasyona li dijî Tirkiye û Rûsyayê bû"
    Çavuşoglu: "Ez amade me lêborînê ji xanima pîlotê balafira rûsî bixwazim"
    Ji bo balafira Rûsî ya tê firotin 'naveroka biaqil' tê
    Etîketan:
    balafira rûsyayê, leşkerî, çiya, ketin, rojnamevan, soçî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de