20:33 26 Gulan 2018
Milîtanên El Nûsra

'Rêveberiya Obama bo têkbirina hikumeta Sûriyeyê amade ye alîkariya hêzên rûxîner bike'

© AFP 2018 / Fadi al-Halabi
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyand ku rêveberiya Obama ji bo ku hikumeta Sûriyeyê biguherîne, tevlî Eniya Feth el-Şamê amade ye alîkariyê bide ‘hêzên rûxîner’.

Wezaretê di derbarê planê berfirehkirina mueyîdeyên Amerîka yên li hemberî Rûsyayê daxuyanî da û diyar kir ku Amerîka dixwaze bi vî awayî Rûsya ya ku li Sûriyeyê li dijî terorîzmê şer dike, ceza bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wek ku ev demeke dirêj e em hay jê hene, rêveberiya Amerîka ya heyî ji bo ku li Sûriyeyê hikumetê têk bibe amade ye ku alîkariya hemû hêzên rûxîner bike. Ji ber vê yekê hewl dide ku Eniya El Nûsra (bi navê xwe yê nû Fetih El Şam) ya ku binbaskekî El Qaîde ye, biparêzê û veşêre. Ev rêxistin di dîroka Amerîkayê de jî çalakiyên terorîst ên herî xeternak lidar xistiye."

‘QEY AMERÎKA JI BÎR KIRIYE'

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, "Koşka Spî qey ji bîr kiriye ku li gorî yaseyên wan jî alîkariya terorîzmê sûc e."

Roja îniyê Wezareta Bazirganî ya Amerîkayê bi qeyrana Ûkraynayê ve girêdayî 23 şîrketên din ên Rûsyayê tevlî lîsteya mueyîdeyên aborî kir. Di 20ê Berfanbarê de jî 7 welatiyên Rûsî û 8 şîrketên din ji ber heman sedeman li lîsteya mueyîdeyan hatibûn zêdekirin.

Bi heman mijarî:

Amerîka 5 wezîrê Sûriyeyê û bankayek rûsî daxilê lîsteya sepandinê kir
Amerîka dawî li operasyonên dijî DAIŞê ya li bajarê Sîrteyê anî
Lavrov: Amerîka bi her awayî hewl dide ku li El-Nusrayê nexîne
Etîketan:
hêzên rûxîner, alîkarî, Fetih El Şam, El Qaîde, Sûriye, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de