21:38 22 Mijdar 2017
Zindî
    Wezareta Parastin a Rûsyayê

    ‘DYA bi mueyideyan dixwaze pîşesaziya berevaniya Rûsyayê têk bibe'

    © AP Photo/ Mikhail Metzel
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Alîkarê Serokê Komîteya Aborî ya Desteya Federasyona Rûsyayê Sergey Kalaşnikov diyar kir ku DYA bi mueyideyan dixwaze zirarê bide pîşesaziya berevanî ya rûsyayê lê encamên wê nayên asta krîtîk.

    Kalaşnikov destnîşan kir ku mueyide li ser parçeyên ku li Rûsyayê nayên çêkirin e û wiha got: "Mueyide her çi di bin bila bibin, Rûsya wê karibe van parçeyan ji welatên 3yemîn bidest bixe."

    ‘HEMÛ HILBERÎN WÊ BERÊ XWE BIDIN SER PARÇEYÊN HERÊMÎ'

    Senatorê rûsî diyar kir ku mueyide wê di hilberînê de bibe sedema bilezbûna derbasbûna parçeyên herêmî û wiha got: "Mueyideyên DYAyê di pêşî de ji bo welatên ku dixwazin hevalbendiyê bi me re çêbikin, hatiye pêşbînîkirin."

    Kalaşnîkov wiha pêde çû: "Ev mueyide wê bihêle hilberîn buhatir be lê wê negihişte asta krîtîk".

    Wezareta Bazirganiya DYAyê 23 şîrketên din ên Rûsyayê xist nav lîsteya mueyideyan. Di lîsteya nû de bender û rêyên hesinî yên li Qirimê û navenda lêkolînê û şîrketên bi pîşesaziya berevaniya rûs ve girêdayî hene.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Mueyîdeyên aborî bûne gîhanekên armancên siyasî
    Amerîka mueyîdeyên li ser Îranê 10 salên din dirêj dike
    Amerîkayê mueyîdeyên li ser Sûriyeyê zêdekirin
    DYA: Hilbijartina Trump sekna me ya ji bo mueyîdeyên li ser Rûsyayê naguherîne
    Tusk: Divê mueyîdeyên li dijî Rûsyayê werin dirêj kirin
    DYA, mueyîdeyên li ser şirketa çekan Rosoboronexportê rakir
    Etîketan:
    berevanî, pîşesazî, mueyide, Komîteya Aborî ya Desteya Federasyona Rûsyayê, Sergey Kalaşnikov, Qirim, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de