21:43 22 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Ryabkov

    Ryabkov: ‘Di hevdîtinên bi Îran û Tirkiyeyê re pêşeroja Esad nehat nîqaşkirin

    © Sputnik/ Valeriy Melnikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3101

    Cîgirê Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Ryabkov ragihand ku di hevdîtinên bi Îran û Tirkiyeyê re pêşeroja Serokê Sewleta Sûriyeyê Beşar Esad nehatiye nîqaşkirin. Ryabkov destnîşan kir ku teqez ev meseleyek di rojevê de nîne. Hin mijarên ku nayên paşxistin hene.

    Ryabkov, ji ajansa RIA Novostiyê re axivî û li ser pirsa di hevdîtnên sêalî ku Rûsya bi Îran û Tirkiyeyê re pêk anît de pêşeroja Esad hat nîqaşkirin an ne, got: ‘Ev yek teqez û teqez mijarek di rojevê de nîne.'

    ‘PÊŞDATIR HELEB, PALMÎRA Û ALÎKARIYA MIROVÎ NE'

    Cîgirê wezîr, eşkere kir ku li beriya wan mijarên Heleb, Palmîra, alîkariya mirovî û meseleyên têkiliyên pêvajoya siyasî hene. Em van mijaran di navbera xwe de niha nîqaş dikin. Lewre hun tiştên ku nayên paşxistin hene.

    Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê li Moskowayê hevdîtin pêk anîtibûn. Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov ragihandibû ku Moskowa, Enqere û Tehran li pêşdatir li ser guhertina rejime ne, li ser têkoşîna dijî terorîzmê li hev kirine.

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Min li ser Iraq û Helebê bi Obama, Pûtîn û Merkel re hevdîtin kirin
    Rûsya û Misirê li ser Sûriyeyê hevdîtin pêk anî
    Li Helebê berfa ewil yê salê barî
    Wezareta Karê Derve ya Îranê: Dijberên rizgarkirina Helebê li dû kuştina Karlov in
    Artêşa Tirk: Riya El Bab û Helebê bi temamî hat kontrolkirin
    Etîketan:
    rojev, mijar, nîqaş, pêşeroj, hevdîtin, Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Beşar Esad, Sergey Ryabkov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de