06:41 23 Mijdar 2017
Zindî
    Sergey Ryabkov

    Ryabkov: Di mijara Sûriyeyê de rojeveke dizî ya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê tune ye

    © Sputnik/ Andrei Stenin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 5010

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir ku di derbarê Sûriyeyê de rojeveke dizî ya Rûsya, Îran û Tirkiyeyê tune ye.

    Ryabkov di gotûbêja xwe ya ligel RIA Novostiyê de got, "Ji bo me tekane rojev —ez hêvî dikim ku ji bo Tirkiye û Îranê jî wisa ye- başkirina rewşa mirovî ye û destûr neyê dayîn ku welatiyên vî welatî (Sûriye) êşên nû nekişînin."

    ‘HER ÇI QAS HÊSAN WERE DÎTIN JÎ…'

    Ryabkov wiha berdewam kir: "Ev bi tena serê xwe mijareke girîng e. Em vî tiştî her roj dibêjin: Armanca tunekirina terorê û afirandina şert û mercan ji bo ku Sûriyeyî karibin siberoja dewleta xwe diyar bikin. Her çi qas ev hêsan were dîtin jî kirina vê yekê gelekî zehmet e. Dîsa jî alternatîfeke vê tune ye. Ji xeynî vê yekê rojev jî tune ye. "

    Ryabkov ev tiş lê zêde kirin, "Kes naveroka peymana ku me li ser li hevdu kiriye, venaşêre. Ev belge xwe bi xwe rave dike."

    Wezîrên karên derve yê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê duh di hevdîtina sêalî de ji bo bidawîkirina qeyrana Sûriyeyê û di derbarê ji nû ve destpêkirina çareseriya siyasî belavokek îmze kiribûn.

    Etîketan:
    dizî, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê, Sergey Ryabkov, Sûriye, Tirkiye, Îran, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de