08:01 18 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Kremlîn. Pûtîn û Erdogan piştî kuştina Karlov îradeya siyasî nîşan dan

    © Sputnik/ Mihayil Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov kuştina Balyoz Andrey Karlov bûyereke ku mînaka wê nîne nirxand û diyar kir ku Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo ku ev provokasyon li ber pêşveçûna pozîtîv a têkiliyên her du welatan nebe asteng îradeya siyasî nîşan dan.

    Peskov ji televizyona Mir 24ê re axivî û got: "Ev tekez trajedi ye, êrîşa terorê ye û provokasyon e. Tiştê ku xuya dike, provokasyoneke bi hovîtî hatiye amadekirin û pêk anîn. Helbet kesên ku tiliya wan div ê kuştinê de heye, dem jî bi zanebûn hilbijartin. Ev bûyereke wisa ye ku di dîroka têkiliyên me yên her du dewletan de nehatiye dîtin û ji hêla hemû dinyayê ve tê şermezarkirin."

    ‘JI BO HEVKARIYA NÊZÎKTIR DIVÊ BIBE SERDEMEKE NÛ'

    Peskov diyar kir ku serokên rûs û tirk ji bo atmosfera pozîtîv a her du welatan ji bo nekeve bin bandora vê provokasyonê îradeya siyasî nîşan dan û wiha berdewam kir:

    "Ev bûyer, ji bo Moskow û Enqere di gelek waran de hevkariya nêzîktir pêş bixin divê bibe serdemeke nû."

    ‘NÊZÎKBÛNA RÛSYA Û TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ JÎ HEDEF HATE GIRTIN'

    Peskov herwiha diyar kir ku kuştina Karlov nêzîkbûna Rûsya û Tirkiyê ya di çareseriya krîza Sûriyê de jî hedef girtiye.

    Bi heman mijarî:

    Senetorê rûsî: ‘Tiliya Amerîkayê di êrişa Karlov de heye lê...
    Peskov: Kuştina Karlov li dijî prestîja Enqereyê derbe ye
    Kuştina Karlov, Fetîh El Şamê girt ser xwe ku navê wê yê berê El Nusra bû
    Barzanî ji bo Karlov sersaxî ji Rûsyayê re xwest
    Kuştina Karlov bandorê li çareseriya krîza Sûriyeyê nake
    Hat aşkere kirin ku kujerê Karlov, Mert Altintaş çawa hatiye kuştin
    Etîketan:
    Kremlîn, Recep tayyip Erdogan, Vladimir Putin, Andrey Karlov, Dimtriy Peskov, Sûriye, Enqere, Moskow, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de