20:10 11 Kanûn 2017
Zindî
    Sûriye

    Wezareta Karê Derve ya Îranê: Dijberên rizgarkirina Helebê li dû kuştina Karlov in

    © AP Photo/ Alexander Kots/Komsomolskaya Pravda via AP
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku balyozê Rûsya li Tirkiyê Andrêy Karlov hat kuştin bi rojekê giftûgoyên wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Moskowê lidarketin.

    Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sêrgêy Lavrov ragihand ku armanca vê çalakiya têrorîstî têkbirna normalkirna pêwendiyên di navbera Moskow û Enqereyê de bû. Lavrov ragihand ku ev trajedî li ser me tevan ferz dike jibo bihevre tekoşînê bi têrorîzmê re bikin, her weha civîna me ya îro jî hîn bêtir aktuel dike.

    Di daxuyaniya hevbeş a piştî giftûgoyên her sê wezîran de tê gotin ku `her sê welat erkdarin jibo alîkariyê di çareseriya pirsgirêka Sûriyê de bikin`. Lavrov piştî civîna bi hemkarên xwe yên îranî û tirkî re got ku `me lihevkir jibo em hevkariya xwe bi pêşede jî berdewam bikin." Lavrov nîşankir ku `Îran, Rûsya û Tirkiyê tekezkirin ku ew wê bihevre tekoşînê bi DAÎŞ û `El Nûsrayê` re bikin û komên çekdar yên opozisyonê ji wan cuda bikin`.

    Şêwirmendê wezîrê karê derve yê Îranê Hoseyn Şêxolislam di hevpeyvîna bi nûçegihana Sputnik Marina Al-Şa`lan re bi tundî kuştina balyozê Rûsya li Tirkiyê şermezakir û gazî kir jibo bi her awayî kar bê kirin da ku terorist bên berbatkirin û Sûriyê bê rizgarkirin:

    Ez hevxemiya xwe ji malbata birêz Karlov û tevaya karmendên wezareta karê derve ya Rûsyayê re tînim ziman. Ev kuştin-çalakiyak têrorîstî hovane ye. Mixabin tedavêrên gelacî yên ku li Tirkiyê dijî balyozxanên Îran û Rûsyayê hatibûn stendin gelê Tirkiyê ne aram kirin. Dijminan ev derfet bikaranîn jibo aramiya li herêmê têkbibin. Tenê rêjîma siyonî û aliyên ku têrorîzmê belavdikin mîna çend welatên erbî di ber van kiryaran de berpirsyarin.

    Divê trajediya ku bûye bi şêwekî hûrgilî bê lêkolînkirin. Yên ku birastî li dû kuştina Karlov bûn divê bên dîtin.

    Rûsya û Îran bi her awayî kar kirin jibo Heleb rizgar bibe û sivîl neyên kuştin. Lê propogandaya dijminên rizgarkirina Helebê hişt ku diplomatê birûmet bi şêwekî wisa bê kuştin.

    Pirsgirêka Sûriyê jî ku ji aliyên hêzên têrorîstî yên derve ve hatiye sazkirin, jibo me xeter e. Em divê alîkariyê di çareserriya vê pirsgirêkê de bikin. Penaberên ji Sûriyê divê vegerin malên xwe. Bi taybetî gelê Sûriyê divê çarenûsa welatê xwe çareserbike. Bi taybetî startîjiyek wisa ji aliyê wezîrên karên derve yên Rûsya, Îran û Turkiyê ve hatiye pejirandin.

    Şêwirmendê Wezîrê Karê Derve yê Îranê Hoseyn Şêxolislam di hevpeyvîna bi radyoya Sputnik re hevxemiya xwe jiber kuştina balyozê Rûsya li Tirkiyê Andrêy Karlov anî ziman.

    Bi heman mijarî:

    Rêzan Hido: Divê Artêşa Sûriyê Babê jî bistîne
    ‘De Mistura dixwaze ku ji înîsiyatîfa Sûriyê ya Rûsya-Tirkiye-Îranê agahdar be'
    Rûsya, Îran û Tirkiyê di mijara Sûriyê de ji bo belavoka hevbeş lihev kirin
    Şoygu: Ew soza ku DYAyê li Sûriyê dabû û nikarîbû pêk bîne, Rûsyayê pêk anî
    Şoygu: Rûsya, Tirkiye û Îran amadene bibin garantora çareseriya Sûriyê
    Wezîrên Berevaniyê yên Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Moskowê wê ‘Lûtkeya Sûriyê’ lidar bixin
    Obama: Xwe ji kavilbûna Sûriyê berpirsiyar dibînim
    Lêkolînerê Rûsî: Kurdistana mezin ava nabe, Kurdên Sûriyê xweseriyê nastînin
    Etîketan:
    Sputnik, El Nusra, DAIŞ, Hoseyn Şêxolislam, Marina Al-Şa'lan, Andrey Karlov, Sergey Lavrov, Enqere, Sûriye, Tirkiye, Moskow, Rûsya, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de