15:12 25 Hezîran 2018
Frants Klîntsevîç

Senetorê rûsî: ‘Tiliya Amerîkayê di êrişa Karlov de heye lê...

© Foto : RIA Novosti/Valeriy Levitin
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewlehî û Parastina Konseya Federasyona baskê jorê ya Parlamentoya Rûsyayê Frants Klîntsevîç ragihand ku tiliya Amerîkayê di êrişa Balyoz Andrey Karlov de heye, lê "Îspat kirina vê yeke zor e"

Ala Amerîkayê
© Foto : East News/ UPI Photo / eyevine
Frants Klîntsevîç ji çapameniya Rûsyayê re axivî û got: ‘Xirabûna têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê di berjewendiya Amerîkayê de ye. Ez teqez bawerim ku li pişt bûyerê, welatên NATOyê, bi taybetî jî şopên îstîxbarata Amerîkayê hene. Teqez kirina vê yekê zor e, lê ev yek raste. Wezareta Karên Derveyê ya Amerîkayê di pêvajoyê de rasterast cih negirt, ji xwe nehewceye, Ji bo vê karî hêzên taybet hene.'

‘ÎSTÎXBARATA TIRKIYEYÊ JI VÊ YEKÊ HAYDAR NEBÛ'

Klîntsevîç, di axaftina xwe de destnîşan kir ku ji êrişê îstîxbarata tirk haydar nebû. Ez bawerim di demek kin de hêzên îstîxbaratê vê yeke derxin holê. Ji bo vê bûyerê lêkolînek fîtozî û cidî hewceye. Dengvedana vê gelek mezin e. Ji ber vê yekê nemûmkine ku ji rayagiştî bê veşartin, zû dereng hemû tişt derdikivin holê.

Bi heman mijarî:

Slutskiy: Rûsya wê têkiliyên xwe yên ligel Tirkiyeyê hîn xurt bike
Peskov: Kuştina Karlov li dijî prestîja Enqereyê derbe ye
Rostûrîzmê ji bo çûna Tirkiyeyê hişyarî da tûrîstên Rûsî
Kuştina Karlov, Fetîh El Şamê girt ser xwe ku navê wê yê berê El Nusra bû
Etîketan:
îstîxbarat, tilî, kuştin, Andrey Karlov, Frants Klîntsevîç, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de