05:22 11 Kanûn 2017
Zindî
    Leonid Slutskiy

    Slutskiy: Rûsya wê têkiliyên xwe yên ligel Tirkiyeyê hîn xurt bike

    © Sputnik/ Sergey Kuznecov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Komîteya Ewlehî ya Dumaya Dewlet a Rûsyayê Leonid Slutskiy got Rûsya wê di her qadê de têkiliyên xwe yên ligel Tirkiyeyê bipêş bixe û wê destûrê nede tu provokasyone ku zirarê bide têkiliyên bi welatên hevalbend re.

    Slutskiy di civîna li Dumayê de axivî û got, "Em ê di her qadê de têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re bipêş bixin; di qadên siyasî, bazirganî, aborî de… Em ê di demeke nêzîk de Herka Tikr jî bipejirînin. Nabe ku em derfetê bidin tu provokasyonê, tu hêzê ku zirarê bide têkiliyên me yên bi welatên hevalbend re."

    ‘WELATÊN ROJAVA HEWL DA KU RÛSYA Û TIRKIYEYÊ JI HEV VEQETÎNE'

    Slutskiy di axaftina xwe her wiha derbirî ku provokasyon wê nikaribe zirarê bidin têkoşîna Rûsyayê ya bi bilez û bi hêz a li dijî terora navneteweyî û wiha dewam kir: "Her wiha divê em bifikirin ku dostên me yên stratejîk ên welatên Rojava ji bo ku Rûsya û Tirkiyeyê ji hev veqetîne çi qas hewl da. Ev hewldan biser neket."

    Bi heman mijarî:

    Slutskiy: Dê êrîş bandorê li ser têkiliyên Rûsya û Tirkiyê neke
    Etîketan:
    xurt, têkilî, Serokê Komîteya Ewlehî ya Dumaya Dewlet a Rûsyayê, Leonid Slutskiy, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de