15:06 12 Kanûn 2017
Zindî
    Sûriye

    Hemû metna belavoka Sûriyê ya hevbeş a Rûsya, Tirkiyê û Îranê hat belavkirin

    © AFP 2017/ Vasily Maximov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê hemû metna belavoka hevdîtinên Sûriyê belav kir ku di hevdîtinên Sûriyê yên Rûsyayê de Wezîrên Karê Derve yê Rûsya, Tirkiyê û Îranê lihev kiribûn.

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û yê Îranê Muhamed Cewad Zarîfî li paytexta Rûsya Moskowê hatibûn ba hev û piştî hevdîtinê civînek çapemeniyê ya hevbeş li dar xistibûn. Her sê wezîran diyar kiribûn ku wan ji bo belavokeke hevbeş lihev kiriye.

    Hemû metna belavokê wiha ye:

    1. Îran, Rûsya û Tirkiye, bi gelemperî weke dewleteke sekuler, demokratîk, pirmezhebî û gelek komên etnîkî di nav cî digirin, piştgiriyê dide hevgirtiya xak û yekîtî, serxwebûn û serdestiya Komara Ereb a Sûriyê.

    2. Îran, Rûsya û Tirkiye wisa bawer dikin ku çareseriyeke leşkerî ya krîza Sûriyê nîne. Wisa qebûl dike ku roleke girîng a NYyê ya bi biryara 2254 a Desteya Ewlekariya NYyê re di hevsengiyê de ye heye. Wezîr biryarên Koma Piştgiriya Sûriyê ya Navdewletî jî dide berçavan. Bang li hemû endamên civaka navdewletî dike ku ji bo rakirina astengiyên li ber pêkanîna peymanên di van dokumenan de cî digirin bi awayekî durist hevkariyê bikin.

    3. Îran, Rûsya û Tirkiye wan hewldanên hevbeş bi kêfxweşî pêşwaz dike ku destûrê dide derxistina muxalifên çekdar bi awayekî birêxistinî û tehliyekirina bi awayekî dilxwaz a sivîlan ên li rojhilatê Helebê. Wezîr herwiha tehliyekirina qismî ya sivîlan ji Fua, Kefraya, Zabadanî û Madayayê jî bi kêfxweşî pêşwaz dikin. Ew (Îran, Rûsya û Tirkiye) qebûl dikin ku pêvajo bi awayekî bêqutbûn û ewlekarî temam bibe misoger bikin. Wezîr spasdarê Komîteya Xaca Sor a Navdewletî û Rêxistina Tenduristiya Cîhanê dikin ku alîkariya tehliyekirinan kirine.

    4. Wezîr berfirehkirina di xaka welêt de sîstema agirbestê, gihandina bê asteng a alîkariya mirovî û di mijara girîngiya geşta serbest a sivîlan de lihev dikin.

    5. Îran, Rûsya û Tirkiye aşkere dikin ku ew ji bo amadekariya peymana ku hikûmeta Sûriyê û muxalefetê li ser hevdîtin dikir bibin alîkar û bibin garatorê vê peymanê. Hemû welatên din ê li ‘qadê' xwedî bandor in ji bo heman helwestê vedixwînin.

    6. Ew (Îran, Rûsya û Tirkiye) pêbawer in ku ev peyman, ji bo jinûve pêvajoya siyasî ya li Sûriyê hêza katalîzor çêbibe wê bibe alîkar ku peyman bi biryara 2254 a DENYyê re di nava hevsengiyê de ye.

    7. Wezîr, vexwendnameya nazik a Serokdewletê Qezekistanê (Nursultan Nazarbayev) ya derbarê hevdîtinan de (hevdîtinên aştiyê yên di navbera aliyên sûriyeyî de) nîşe digire ku dixwaze li Astanayê çêbibin.

    8. Îran, Rûsya û Tirkiye biryardayina di mijara veqetandina komên muxalif ên çekdar û têkoşîna hevbeş a li hemberî DAIŞê û El Nusrayê piştrast dikin.

    Bi heman mijarî:

    Slutskiy: Dê êrîş bandorê li ser têkiliyên Rûsya û Tirkiyê neke
    Wezîrên Berevaniyê yên Rûsya, Tirkiyê û Îranê li Moskowê wê ‘Lûtkeya Sûriyê’ lidar bixin
    Sekreterê Giştî yê NYyê piştgirî da hewildanên Rûsya û Tirkiyê
    Rûsya: Ji bo dahatuya Sûriyê em wek Tirkiyê û hin welatan nafikirin
    Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Tirkiyê û Berdevka Karê Derve ya Rûsya hevdîtinê bikin
    Esad: Em hêvî dikin ku Rûsya Tirkiyê qanih bike
    Etîketan:
    El Nusra, DAIŞ, Desteya Ewlekariya NYyê (DENY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Komîteya Xaça Sor a Navdewletî (ICRC), Nursultan Nazarbayev, Muhamed Cewad Zarif, Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Moskow, Astana, Qezekistan, Sûriye, Îran, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de