02:45 13 Kanûn 2017
Zindî
    Dmitriy Peskov

    Peskov: Kuştina Karlov li dijî prestîja Enqereyê derbe ye

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got kuştina Balyozê Rûsya yê li Enqereyê Andrey Karlov li hemberî prestîja Enqereyê derbeyek e.

    Peskov di axaftina xwe ya ligel televîzyona Mîr a li Rûsyayê de di derbarê sûîqesda li dijî Balyozê Rûsya yê li Enqereyê Karlov de daxuyanî da.

    Peskov got, "Bûyera qewimî, di heman demê de li dijî Tirkiyeyê bû. Ji ber ku hevalbendên me yên Tirk kesên herî dawiyê ne ku wê bixwestana bûyere wisa biqewime."

    Peskova wiha dewam kir, "Ji ber vê yekê ev ji bo dewleta Tirk jî lêdaneke ji piştê de bû. Bêguman ev ji aliyê prestîja vî welatî jî derbeyek ye." Peskov ev tişt gotin: "Ji ber ku her welat ji ewlehiya nûnertî û nûnerên dîplomatîk berpirsyar in. Ev di Peymana Viyana ya di derbarê Têkiliyên Dîplomatîk de dinivîse. Ji ber vê yekê ev bêguman ji bo Enqereyê jî derbeyeke cidî ye."

    Etîketan:
    Berdevkê Kremlînê, Andrey Karlov, Dmitriy Peskov, Enqere, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de