00:39 13 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimir Pûtin

    Pûtîn ji bo Xelata Nobelê hat pêşniyazkirin

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Navenda Peywendiyên Siyasî û Nêvdewletî ya Fransayê Fabîen Baussart ragihand ku wî bi awayekî fermî Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bo Xelata Nobelê pêşniyaz kiriye.

    Fabien Baussart, Serokê Navenda Peywendiyên Siyasî û Nêvdewletî, ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala pêşiya me, Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtînî pêşniyaz kir.

    Baussart beyanek da RİA Novostiyê û diyar kir Pûtîn li dijî terorê tekoşînek mezin dide û vê xelatê heq dike. Baussart got: ‘Min bi nameyekî bernamzetiya Pûtînî yê bo xelata Aştiyê ya Nobelê bi awayekî fermî pêşniyaz kiriye.'

    Baussart da zanîn ew hêvî dike pêşniyaza wî bê qebûlkirin û wiha got:'Serokê DYAyê Barack Obama jî dema eskerên Pentagonê li Iraqê bû vê xelatê wergirtibû, divê îro jî wergirtina Xelata Nobelê ya Pûtînî ku ji bo aştiya li Sûriyeyê kedeke berbiçav dide neyê astengkirin.'
    Xelata Nobelê ku cara yekê di sala 1901ê de hatibû dayîn, herî dawî îsal bi minasebeta ku şerê di navbera welatê xwe û gerîlayên FARK-ê de bidawî kiriye, Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos ve hatibû wergirtin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn ji bo merasîma cenazeyê Karlov civîna çapemenî bi paş xist
    Pûtîn: Ji bo derxistina planên dijminane karekî taybet ê îstixbaratê heye
    Etîketan:
    Navenda Peywendiyên Siyasî û nêvdewletî, Fabien Baussart, Vladimîr Pûtin, Juan Manuel Santos, Barack Obama, Sûriye, Fransa, DYA, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de