10:09 13 Kanûn 2017
Zindî
     Antalya plaj-turîst

    Rostûrîzmê ji bo çûna Tirkiyeyê hişyarî da tûrîstên Rûsî

    © Sputnik/ Vladimir Vyatkin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Ajansa Tûrîzm a Rûsyaya Federal (Rosturizm) Oleg Safonov got ew biryara çûna Tirkiyeyê ji tûrîstên Rûs re berdidin lê em ji wan re pêşniyar dikin ku metirsiya terorê ya li wî welatî li ber çavan bigirin.

    Safonov ê ku ji çapemeniya Rûsî axivî got, "Qedexeyeke li ber çûna Tirkiyeyê tune ye.Tûrîst dikarin ji bo betlaneyê biçin Tirkiyeyê. Lê li gorî pêşniyarên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê em ji wan dixwazin ku hejmara êrîşên terorî yên li wî welatî li ber çavan bigirin û biryarê bigirin."

    Safonov diyar kir ku wan ji operatorên gerê jî xwestine ku tûrîstan agahdar bikin.

    Berdevka Yekîtiya Tûrîzmvanên Rûsyayê Irîna Tyurîna gotibû kuştina Balyozê Rûsya yê li Enqereyê Andrey Karlov dibe ku li ser daxwazên betlane yên ji bo Tirkiyeyê bandorê bike.

    Bi heman mijarî:

    Rosturizmê hişyarî da welatiyên Rûsî yên li Tirkiyeyê
    Rosturizmê bang il rûsên Tirkiyê kir
    Etîketan:
    hişyarî, Berdevka Yekîtiya Tûrîzmvanên Rûsyayê, Serokê Ajansa Tûrîzm a Rûsyaya Federal (Rosturizm), Irîna Tyurîna, Oleg Safonov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de