20:03 11 Kanûn 2017
Zindî
    dmîrtîy peskov

    Peskov: "Divê ji bo şîroveyên kesên li pişt bûyera suîqestê lez neyê kirin"

    © Foto: Host photo agency
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku ji bo suîqesta balyozê rûsî Andrey Karlov ku kî li pişt bûyerê heye divê di şîroveyan de lez neyê kirin.

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku ji bo suîqesta balyozê rûsî Andrey Karlov ku kî li pişt bûyerê heye divê di şîroveyan de lez neyê kirin.

    Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê Dmitriy Peskov di civîna çapemenî de li ser pirsa ku Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li pişt êrişê FETO/PDY nîşanda ragihand ku ji bo suîqesta balyozê rûsî Andrey Karlov ku kî li pişt êrişê heye divê lez neyê kirin. Moskow dixwaze li benda encamên grûba lêpirsîn a hevpar be. Wekî ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî got ‘hetanî lêpirsîn bi dawî nebe divê şîrove neyên kirin.'

    GRÛBA HEVPAR A LÊKOLÎNÊ WÊ SÛCDARAN DERXÎNE HOLÊ

    Herwiha di civîna çapemeniyê de şîroveya Cîgirê Serokê Komîsyona Ewlehî û Parastinê yê Konseya Federasyona Rûsyayê Frants Klintsevîç ku gotibû ‘dibe li pişta êrişê saziyên îstîxbaratî yên NATOyê hebe' ji Peskov hat pirsîn. Peskov di bersiva xwwe de got: "Klintsevîç ne berdevkê çapemeniyê û ez nizanim ev şîrove bi çi ve girêdaye. Ez careke din dubare dikim, grûba hevpar a lêkolînê xebatên xwe dimeşîne. Zû an jî dereng di encama xebata van lêkolînan de wê sûcdar an jî sûcdarên êrişê derkevin holê."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Barzanî ji bo Karlov sersaxî ji Rûsyayê re xwest
    Kuştina Karlov bandorê li çareseriya krîza Sûriyeyê nake
    Hat aşkere kirin ku kujerê Karlov, Mert Altintaş çawa hatiye kuştin
    Yetkin: "Tirkiye, polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê duhî li Moskowê bi bêdengî terikand"
    Gelo qatilê Karlov bi saxîtî nedihat bidestxistin?
    Etîketan:
    FETO/PDY, Kuştina balyozê rûsî, Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê, Andrey Karlov, Dmitriy Peskov, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de