05:33 12 Kanûn 2017
Zindî
    Andrey Karlov

    Kuştina Karlov bandorê li çareseriya krîza Sûriyeyê nake

    © AP Photo/ Burhan Ozbilici
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Balyozê Rûsyayê yê li Bolivyayê Aleksey Sazonov ragihandi ku kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov bandorê li çareseriya krîza Sûriyeyê nake.

    Balyozê Rûsyayê yê li Bolivyayê Aleksey Sazonov derheqê suîqesta Karlov ji ajansa Spûtnîkê re ragihandi ku kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov bandorê li pêvajoya çareseriya krîza Sûriyeyê û têkiliyên navbera Moskow û Enqereyê nake.

    Aleksey Sazonov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kesên ku li dijî pêvajoya çareseriya krîza siyasî ya Sûriyeyê û nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê ev bûyer pêk anîn. Lê em dibînin tu encama siyasî ya bandora vê êrişa terorî çênebû."

    Sazonov di dirêjiya axaftina xwe de got: "Divê kesên ku ev suîqest kirin û yên dane kirin werin girtin û cezakirin. Em ê li Balyozxaneya Rûsyayê ya li Bolivyayê jî ewlehiyan zêde bikin û Serokê Dewleta Bolivyayê Evo Morales ji bo vê êrişa hovane sersaxî da me."

    Bi heman mijarî:

    Izvestiya: "Rûsya wê hevdîtinên serbestiya vîzeyê yên bi Tirkiyeyê re bicemidîne"
    Rûsya: Biryara Obama xeyalî, bêbingeh û dijminane ye
    ‘De Mistura dixwaze ku ji înîsiyatîfa Sûriyê ya Rûsya-Tirkiye-Îranê agahdar be'
    Rûsya, Îran û Tirkiyê di mijara Sûriyê de ji bo belavoka hevbeş lihev kirin
    Şoygu: Rûsya, Tirkiye û Îran amadene bibin garantora çareseriya Sûriyê
    Etîketan:
    Kuştina balyozê rûsî, Balyozê Rûsyayê yê li Bolivyayê, Andrey Karlov, Aleksey Sazonov, Bolivya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de