09:34 12 Kanûn 2017
Zindî
    Navenda Deutsche Bank a Frankfurtê

    Bankeya Navendî ya Rûsyayê: "Xebatkarê Bankeya Deutscheyê bazar manîpule kir"

    © REUTERS/ Ralph Orlowski
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bankeya Navendî ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku xebatkarekî Bankeya Deutsche yê şaxa Rûsyayê di hiseyên şirketên ku Gazprom jî di nav de manipulasyoneke mezin kir.

    Bankeya Navendî ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku xebatkarekî Bankeya Deutsche yê şaxa Rûsyayê di hiseyên şirketên mezin ku Gazprom jî di nav de di navbera salên 2013 û 2015an de manipulasyoneke mezin pêk anî.

    Li gorî daxuyaniya malpera înternetê ya Bankeya Navendî ya Rûsyayê: "Grûbeke di rêvebiriya Yuri Dmitriyeviç Hilov de di navbera 9ê Rebendana 2013an û 2ê Hezîrana 2015an de li ser 8 ewraqên bi qîmet manipulasyoneke berfireh hat kirin û ev hat tespîtkirin. Li gorî tespîtan van kesan di manipulasyonê de qezenceke mezin bi dest xist."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di sala 2015an de dema Hilov ji bankeyê veqetiya wî û malbata wî 255 milyon ruble (6.1 milyon dolar) qezenç bi dest xistine. Li gorî daxuyaniyê di nava şirketên rûsî ku manipulebûne de Gazprom, Rosneft, Lukoil,

    Magnet, VTB û Sherbank jî hene. Tê gotin ku Hilov li ser navên xizmên xwe hisab dane vekerin û li ser wan ev kar meşandiye.

    Bi heman mijarî:

    Ji Bankeya Navendî ya Rûsyayê daxuyaniya Tirkiyeyê
    Izvestiya: "Rûsya wê hevdîtinên serbestiya vîzeyê yên bi Tirkiyeyê re bicemidîne"
    Rûsya: Biryara Obama xeyalî, bêbingeh û dijminane ye
    Rûsya, Îran û Tirkiyê di mijara Sûriyê de ji bo belavoka hevbeş lihev kirin
    Peskov: "Armanca kuştina Karlov têkbirina têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyeyê ye"
    Etîketan:
    Bankeya Deutsche yê şaxa Rûsyayê, Bankeya Navendî ya Rûsyayê, Yuri Dmitriyeviç Hilov, Moskow, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de