15:27 18 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Rûsya û Tirkiyeyê

    Izvestiya: "Rûsya wê hevdîtinên serbestiya vîzeyê yên bi Tirkiyeyê re bicemidîne"

    © AP Photo/ Thanassis Stavrakis
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Li gorî nûçeya rojnameya Izvestiyayê, Moskow wê hevdîtinên serbestiya vîzeyê ku bi Tirkiyeyê re dimeşîne bicemidîne.

    Rojnameya Izvestiyayê di nûçeya xwe de ku dispêre berpirsekî Wezareta Derve yê Rûsyayê ragihand ku Moskow wê hevdîtinên serbestiya vîzeyê ku bi Enqereyê dimeşand ku hemwelatiyên tirk bê vîze serdana Rûsyayê bikin bicemidîne.

    Berpirsê Wezareta Derve yê Rûsyayê di hevpeyvîna xwe de got: "Ji ber kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov û bûyerên din, Moskow ne amadeye ku mafê serbestiya vîzeyê bide welatiyên tirk. Divê Tirkiye pêşî ji bo ewlehiya kesên ku serdana Rûsyayê bikin xebatê cidî pêk bîne. Herwiha divê hikûmeta Tirkiyeyê kesên ku plana serdana Rûsyayê dikin divê ji bo wan gerentiyê bide.

    Rûsya piştî xistina balafira Su-24 ku di 24ê Mijdarê de li sînorê Sûriyeyê hat xistin ji 1ê Rebendana 2016an pê ve ji bo welatiyên tirk ku bê vîze serdana Rûsyayê bikin mueyîde danîbû û rejima serbestiya vîzeyê rawestandibû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şoygu: Rûsya, Tirkiye û Îran amadene bibin garantora çareseriya Sûriyê
    Pisporê Almanî: Dê Rûsya li hember toleyên Ewropayê bi Tirkiye û Îranê re li hev bike
    Çavuşoglu: 27ê Berfanbarê Tirkiye, Rûsya û Îran li ser Sûriyê dicivin
    Peskov: Nêrîna Rûsya û Tirkiye li ser Sûriyê yek e
    Serokwezîrtî: "Tirkiye û Rûsya bazirganiya xwe dê bi TL û rubleyê bikin"
    Etîketan:
    Rûsya hevdîtinên serbestiya vîzeyê bi Enqereyê re cemidandin, Berpirsê Wezareta Derve yê Rûsyayê, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de