15:30 18 Kanûn 2017
Zindî
    Rusya tutuklama

    Li Rûsyayê ji ber jehrîbûna losyona laş 11 kes hatin girtin

    © Sputnik/ Vitaliy Belousov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Rûsyayê hejmara kesên ku ji ber vexwarina losyona laş a bi alkol jehrî ketin û mirin, gihîşt 58a. Di derbarê bûyerê de 11 kes hatin girtin.

    Li bajarê Irkustka yê Rûsyayê hejmara kesên ku losyona laş wek alkolê vexwarin gihîşt 58a 3u 40 kes jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

    Cîgirê Serokê Daîreya Îrkutsk ya Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê Herman Bratçikov di civîna Komîsyona Rewşên Lezgîn de daxuyand ku "di derbarê bûyerê de 11 kes hatin girtin."

    KOMÎTEYÊ DEST DANÎ SER 6500 LÎTRE LOSYONA LAŞ

    Bratçikov diyar kir ku li bajêr kar û barên destdanîna ser a losyonan berdewam dike.

    Di vê navberê de Komîteya Lêpirsîn a Rûsyayê li 11 firoşgehan lêkolîn kirin û îfadeya 100 kesan girt û dest danî ser 6500 lître losyonê.

    Li bajarê Irkustka yê Rûsyayê ji ber losyona laş a bi alkol bûyereke jehrî ya komî qewimîbû û di encamê de 58 kesan jiyana xwe dest dabû.

    Di lêpirsîna derbarê bûyerê de hatibû tespit kirin ku di losyonê de li şûna alkola etil alkola methanol hatibye bikaranîn.

    Etîketan:
    girtin, jehrîbûn, losyona laş, Cîgirê Serokê Daîreya Îrkutsk ya Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê, Komîteya Lêpirsîn a Rûsyayê, Herman Bratçikov, Rûsya, Îrkutsk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de