08:57 20 Hezîran 2018
Andrey Karlov - Vladimîr Pûtîn

Pûtîn ji bo merasîma cenazeyê Karlov civîna çapemenî bi paş xist

© REUTERS / Osman Orsal/Arşiv
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Çapemenî yê Ofîsa Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Pûtîn ji bo merasîma cenazeyê Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov civîna çapemenî bi paş xist.

Berdevkê Çapemenî yê Ofîsa Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo merasîma cenazeyê Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov civîna çapemenî bi paş xist.

Dmitriy Peskov di axaftina xwe de got: "Ji bo kuştina Balyozê Rûsyayê yê li Enqereyê Andrey Karlov ku roja pênçşemê wê ji bo wî merasîmeke were lidarxistin, Pûtîn biryar da ku wê rojê civîna xwe ya rojnamevanî lidar nexe. Pûtîn wê tevlî merasîmên bîranînê bibe û civîna çapemenî jî wê di 23ê Berfenbarê de were lidarxistin."

Serokê Rûsyayê Pûtîn her sal di dawiya salê de civîneke mezin a çapemeniyê lidar dixe. Dîroka civîna îsal hê mehek berê hatibû diyarkirin.

Peskov di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku di paşxistina civîna çapemenî de hewceyî bi nûjenkirina akredîtasyonê nake. Li gorî zanyariyan ji bo şopandina civîna çapemenî zêdetirî 2 hezar rojnamevan kare akredîtasyonê kiriye.

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn: Ji bo derxistina planên dijminane karekî taybet ê îstixbaratê heye
Pûtîn: Kuştina Karlov, ‘êşeke taybet’ bi Rûsyayê dide kişandin
Pûtîn sersaxî ji bo Gauck û Merkele xwest
Pûtîn dîrektîf da ku madalyeya dewletê bidin Karlov
Pûtîn: Êrîşeke qelaşî ye
Etîketan:
Bîranîna merasîma cenazeyên balyozê rûsî, Serokê Dewleta Rûsyayê, Berdevkê Ofîsa Çapemenî yê Kremlînê, Andrey Karlov, Vladimîr Pûtîn, Moskow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de