16:01 24 Hezîran 2018
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

Pûtîn: Êrîşeke qelaşî ye

© REUTERS / Tomohiro Ohsumi
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li ser kuştina Balyozê Enqerê Andrey Karlov daxuyaniyeke tund da. Pûtîn got, 'Andrey Karlov bi qelaşî hatiye kuştin.'

 

Pûtîn daxuyakirin ku dê Rûsya bi kuştina Andrey Karlov re têkoşîna dijî terorê bihêztir bike û got, 'Kuştina balyozê Tirkiyê yê Rûsyayê provokasyoneke li dijî pêwendî û hewildanên çareseriya Sûriyê ye ku bi Tirkiyê re têne kirin.'

Pûtîn sersaxî ji malabata Karlov re xwest û wiha axivî: "Cînayetek hat kirin. Ev helbet porovokasyonek e li dijî asayîbûna têkiliyên Rûsya û Tirkiyê. Herwiha provokasyoneke li dijî hewildanên Rûsya, Tirkiye û Îranê yên ji bo çareseriya aştiyane ya li Sûriyê ye. Tenê bersiveke vê heye, ew jî bihêzkirina têkoşîna dijî terorê ye. Dê qelaş vê hîs bikin."

PÛTÎN: KARLOV XWEDÎ ÎMAJEKE GELEKÎ BAŞ BÛ

Pûtîn herwiha got, 'Karlov dîplomatkarekî serkeftî, dilpak û tije bû. Li welatê ku lê kar dikir xwedî îmajeke gelekî baş bû. Bi rêvebiriya Tirkiyê û hêzên din ên siyasî pêwendiyên wî yên gelekî baş hebûn. Hurmeta wî digirtin.'

Serokdewletê Rûsyayê da zanîn ku Karlov di serdana wî ya dawî ya Tirkiyê de jî ligel mabû heta dawiya serdanê

Bi heman mijarî:

Qemyonek ket nav bazara Noelê: 9 mirî 50 birîndar
'Karlov dîplomatkarekî dihat hezkirin bû'
Dayik û xwişka êrîşkarê Karlov hatin binçavkirin
Ji Enqerê daxuyaniya fermî li ser êrîşê
Erdogan bi telefonê agahî da Pûtîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de