19:57 18 Hezîran 2018
Mariya Zaharova

Wezareta Derve ya Rûsyayê êrîş piştrast kir

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Rûsyayê êrîşa çekdarî ya li ser Balyozê Enqerê Andrey Karlov piştrast kir. Berdevka Wezareta Derve Zaharova herwiha got, me piştrast nekiriye ku Karlov li nexweşxaneyê ye.

Wezareta Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku derbarê êrîşê de pêwendiya wan bi karbidestên fermî yên Tirkiyê re didome.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova diyar kir, ‘Niha me piştrast nekiriye ku Karlov li nexweşxaneyê ye. Li cihê bûyerê hewildanên alîkarîya tibî têne kirin.'

Zaharova herwiha da zanîn ku wan ji bo alîkariyên tibî werin dabîn kirin daxwaza her cure bergiriyan kiriye.

BALYOZÊ RÛSYAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Zaharova piştî vê daxuyaniyê bi demekê herwiha piştrast kir ku Andery Karlovê rastî êrîşa çekdarî hatiye jiyana xwe ji dest daye. Berdevka Wezareta Derve êrîş wek êrîşeke terorê bi nav kir.

Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de