18:58 25 Hezîran 2018
Dûmaya Dewletê

‘Dengdana peymana Herka Tirk wê di meha rêbendanê de li Dûmayê çê bibe’

© Sputnik / Vladimir Fedorenko
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Tê plankirin ku peymana navhikûmetê ya derbarê xeta borî ya gazê ya Herka Tirk di meha rêbendanê de li baskê jêr ê parlamentoya rûs Dûmayê bê dengdan.

Serokê Komîteya Enerjiyê yê Dûmayê Pavel Zavalniy got: "Me hêvî kiribû ku (dengdayin) îsal çêbibe. Lê wê rûniştina herî dawî ya Dûmayê di 21ê Berfanbarê de bibe. Lê em ê nikaribin bigihinin vî wêxtî."

Zavalniy wiha axivî: "Ji ber wê, ez li bende me ku dengdayin wê di meha rêbendanê de çêbibe. Rûniştina pêşî a Dûmayê wê di 9ê Rêbendanê de çêbibe. Peyman hîna pêşkêşî Dûmayê nehatiye kirin."

Peymana derbarê Herka Tirk de di 10ê Cotmehê de ji hêla hikûmetên tirk û rûs ve hatibû îmzekirin.

Peyman di 2ê Berfanbarê de ji hêla Parlamentoya Tirkiyê ve hatibû qebûlkirin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 5ê Berfanbarê de pesend kiribû, di 6ê Berfanbarê de jî bi weşana di Rojnameya Fermî de bi fermî ketibû meriyetê.

Bi heman mijarî:

Wekîlê rûs: Dûma dibe peymana Herka Tirk di 21ê Berfanbarê de pesend bike
Gazpromê ji bo Herka Tirkî bi Allseasa swîsrayî re peyman îmze kir
Gazpromê ji bo Herka Tirk daxuyanî da
Herka Tirkî ji bo têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê gelekî girîng e
Peyman Herka Tirkî ji bo erêkirinê wê pêşkêşî parlamantoya rûsî bikin
Etîketan:
Herka Tirk, Parlamentoya Tirkiyê, Komîteya Enerjiyê yê Dûmayê, Recep Tayyip Erdogan, Pavel Zavalniy, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de