21:51 22 Sibat 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em ê bi wan kesan re hevdîtinê bikin ku li qadê bi bandor in

    Sputnik
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Lavrov derbarê civîna sibê de bendewariyên xwe anî ziman ku li Moskowê wê bi hempa yên xwe yên tirk û îranê re çê bike.

    Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê civîna sibê li Moskowê bi hempayê tirk Mevlut Çavuşoglu û yê Îranê Muhammed Cewad Zarîfî re lidar bixe de pirsên rojnamegeran bersivand.

    Lavrov got: "Bendewariyên min ew in ku, di demeke, hevalbendên me yên rojavayî ji bikaranîna bandora li ser kesên li wan guhdar dikin wêdetir bi propapanda û retorîkê re mijîl dibin, axavtina bi awayekî berbiçav û bi kitekit bi alîyên ku bandoreke baş li ser rewşa qadê bikin."

    ‘EZ HÊVÎ DIKIM KU CIVÎN PÊK BÊ'

    Dİ vê navberê de Lavrov li ser pirsa ‘di civînê de dibe ku encameke çawa derkeve?' got: "Em ê binêrin. Tê plankirin ku civîn sibê çêbibe. Ez hêvî dikim ku çêbibe."

    Tê plankirin ku Wezîrên Karê Derve yên Rûsya, Tirkiyê û Îranê sibê li Moskowê civîneke sêqolî lidar bixin. Tê texmînkirin ku mijara sereke ya civînê tehliyekirina li Helebê be.

    Heman rojê wê her sê wezîrên berevaniya her sê welatan werin ba hev.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu bo lûtkeya Sûriyeyê diçe Moskowê
    'Lavrov, bi Çavuşoglu û Zarîf re li ser Helebê axivî'
    Ji Çavuşoglu û Lavrov hevdîtina Helebê
    Çavuşoglu wê li Moskowê bi Lavrov û Zarîf re were ba hev
    Lavrov: Hikûmeta Sûriyeyê amadeye ku mîlîtan Helebê biteriqînin
    Etîketan:
    Muhammed Cewad Zarif, Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, Moskow, Heleb, Sûriye, Îran, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de