21:46 21 Çile 2018
Zindî
    Rûsya-YE

    YEyê toleyên li ser Rûsyayê 6 mehan dirêj kir

    © Sputnik/ Vladimir Sergeev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekîtiya Ewropayê (YE) biryara toleyên aborî li ser Rûsyayê ku ji ber krîza Ukraynayê wergirtibû, li Brukselê di Civîna Konseya YEyê de pesend kir.

    Li gorî biryara Konseya YEyê dema toleyên aborî yên li hemberî Rûsyayê 6 mehan hate dirêjkirin.

    Hat îdiakirin, YEyê wek sedema biryara toleyên aborî helwesta Rûsyayê ya li hemberî peymana ku li bajarê Mînskê yê Belarûsê hatibû îmzekirin hat nîşandan.

    Bi dirêjkirina dema toleyên aborî re, dê astengî li ber bankên Rûsyayê bê derxistin ku xwe bigihînin bazarên pereyan û herwiha di berhemên teknolojiya leşkerî, sanayî û petrolê de jî qedexeya firoştinê tê danîn.

    Dîsa dê ji gelek siyasetmedarên pilebilind ên Rûsî re, pilebilindên leşkerî û rêvebirên kompaniyan re qedexeya geştê li ser wan bê danîn.

    DÊ EWROPA BI MILYAR EURO'YAN BIXESIRE

    Hêjayî gotinê, tê texmînkirin ku bi toleyên aborî re dê di serî de Almanya û welatên din ên Ewropayê bi milyaran euro xisarê bikin.

    Serokê Serdemî yê YEyê û Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico biryara toleyan wek biryareke ‘bêwate' nirxand. Lê belê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransayê François Hollande xwestibûn dema toleyan were dirêjkirin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Ewropa û Amerîka hevdînên Sûriyê nakin derd
    Komîsyona YE: Divê Ewropa dersdayîna ji bo Tirkiyeyê şûnde bigire
    Nûnerê Herêma Kurdistanê: Ewropa dê 28 milyon euro bişîne
    Etîketan:
    Biryara Bergiriyên Aborî, YE, Rûsya, YE, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de