22:23 26 Gulan 2018
Palmîra

Rûsya: Pêşveçûna DAIŞê ya li Palmîrayê bi piştgiriya balafirên rûsî sekinî

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serfermandariya Artêşa Rûsyayê ragihand ku pêşveçûna DAIŞê ya li bajarê kevnare Palmîrayê bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê ji aliyê Artêşa Sûriyeyê ve dane sekinandin.

Cîgirê Şaxa Operasyonê Sereka ya Serfermandariya Artêşa Rûsyayê Korgeneral Vîktor Poznihîr destnîşan kir ku bi saya operasyonên Hêzên Hezên Hewayî-Fezayiya Rûsyayê Artêşa Sûriyeyê îstîqrara rewşa li Palmîrayê bidestxistiye.

‘RÛSYA JI BO ÊRIŞÊN HEMBER PIŞTGIRIYA ARTÊŞA SÛRIYEYÊ DIKE'

Ponzihîr ragihand ku şer û pevçûn li nêzî baregeha hewayî ya leşkrî T4ê û bajaroka Tiyasê gur bûne. Rûsya ji bo ku li hember Artêşa Sûriyeyê êriş pêk neyên piştgirî dide wan.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Konvoya otobûsan a yekem li gel leşkerên rûs re ket rê
Rûsya: NATO li Deryaya Reş komeke leşkerî damezirîne, em ê bersivê bidin
Çavuşoglu: 27ê Berfanbarê Tirkiye, Rûsya û Îran li ser Sûriyê dicivin
Rûsya: Artêşa Sûriyeyê Sûkkariyê jî rizgar kir
Etîketan:
piştgirî, balafir, êriş, DAIŞ, Serfermandariya Artêşa Rûsyayê, Vîktor Poznihir, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de