14:33 26 Gulan 2018
Keştiya NATO

Rûsya: NATO li Deryaya Reş komeke leşkerî damezirîne, em ê bersivê bidin

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Daîreya Hevkariya Ewropayê ya Wezareta Derve ya Rûsyayê Andrey Kelin diyar kir ku NATO li Deryaya Reş komeke leşkerî ava bike, Moskow dê bersivê bide.

Kelin bi Spûtnîkê re axivî û got: "Eger NATO li ser berfirehkirina sînorên xwe yên nêzîkî Rûsyayê berdewam be, Moskow dê bersiva pêwîst bide."

Herwiha rayedarê rûs diyar kir ku zehmet e ku polîtîkaya NATOyê piştî Trump dest pê bike, bê guhertin û di vê kêlîkê mirov nikare pêşbîniya hûrgiliyên serokatiya wî bike û wiha dewam kir: "Li gel ku serokekî nû yê Amerîkayê dê dest bi peywirê bike jî, lê ti sedem tine ne, mirov bifikire ku biryarên NATOyê yên xurtkirina hebûna xwe li Deryaya Reş û Ewropaya Rojhilatî ji bo zêdekirina fişarê li ser Rûsyayê neyên sepandin."

Ji aliyê din ve, Kelin teqez kir ku bîrokrasiya NATOyê dê nehêle ev biryar tenê li ser kaxezan bimînin.

Hêjayî gotinê ye ku Romanya û Ûkraynayê pêşniyar kiribû ku koma NATOyê li Deryaya Reş bê bicihkirin û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ev pêşniyarên Bûrkeş û Kievê wek provokasyon bi nav kiribûn.

 

Bi heman mijarî:

Lavrov: Divê îdiayên "zulma li Helebê" ji aliyên saziyên serbixwe ve werin piştrastkirin
Ji Wezareta Derve ya Rûsyayê daxuyaniya hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu
Lavrov: Hikûmeta Sûriyeyê amadeye ku mîlîtan Helebê biteriqînin
Lavrov: Em ji bihîstina feryadên dawîkirina pevçûnên Helebê têr bûn
Lavrov: Amerîka bi her awayî hewl dide ku li El-Nusrayê nexîne
Lavrov: ‘Pêşniyara Tirkiyeyê em bi kêfxweşî pêşwazî dikin'
Lavrov ji bo wezîrê derve yê Trump daxuyanî da
Etîketan:
NATO, Sergey Lavrov, Donald Trump, Deryaya Reş, Bûrkeş, Kiev, Ûkrayna, Romanya, Amerîka, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de