12:47 22 Çile 2018
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê - heleb

    Leşkerên rûs amadekariya derketina milîtanên dawî yên li Helebê dikin

    © AFP 2018/ George Ourfalian
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku leşkerên rûs amadekariyê dikin ku milîtanên dawî yên li rojhilatê Helebê mane ji wê derê derkevin. Hat zanîn ku fermana derxistina milîtanan ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hatiye.

    Navenda Şopandina Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku korîdoreke taybet hatiye vekirin ta ku 20 otobûs û 10 ambulansan milîtanan û malbatên wan bibin bajarê Idlibê.

    Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmeta Sûriyeyê ewlehiya hemû endamên komên çekdar ên dixwazin ji rojhilatê Helebê derkevin misoger kiriye.

    Ji aliyê din ve, hat ragihandin ku pêvajoya derxistina milîtanan dê bi kamere û balafirên bêmirov bê şopandin. Navenda şopandinê duh di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku hîn devereke bi berfirehiya 2.5 kîlometreyên çargoşeyî di bin destê milîtanan de ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Heleb di bin kontrola Artêşa Sûriyeyê de ye
    Esad: Heleb dê boçûna tevahiya şerê Sûriyeyê biguherîne
    Terorîstan Heleb bombebaran kirin û zarok jî di nav de 12 kes mirin
    Heleb heya dawiya salê wê were rizgarkirin?
    Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
    Etîketan:
    Vladîmîr Pûtîn, sûriye, Heleb, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de