22:21 26 Gulan 2018
Dmitriy Peskov

Kremlîn: "Standina Şampiyonaya Cihanê ya Bobsled û Skeletonê ji Soçiyê biryara siyasî ye"

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 30

Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku standina Şampiyonaya Cihanê ya Bobsled û Skelton a 2017an ji Soçiyê biryareke polîtîk e.

Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku standina Şampiyonaya Cihanê ya Bobsled û Skelton a 2017an ji Soçiya Rûsyayê biryareke polîtîk û bê bingeh e.

Hat ragihandin ku Federasyona Bobsled û Skeleton a Navneteweyî (IBSF) ji ber sûcdariyên dopîngê biryar da ku Şampiyonaya Cihanê ya 2017an li welatekî pêk bîne. Federasyona Bobsled a Rûsyayê jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku em gengaz bûn ku biryarê qebûl bikin.

Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov ji bo biryara IBSFyê got: "Em dizanin ev biryara ku hatiye dayîn polîtîk e, lewra ev di raportên McLaren de jî derket holê ku biryareke bê bingeh e. Li gorî nêrîna me ev îdîayên bê bingeh û polîtîk in. Di vî warî de em xemgîn in."

Şampiyonaya Cihanê ya Bobsled û Skeleton a 2017an di 13 û 26ê Sibatê wê li bajarê Soçî yê Rûsyayê bihata pek anîn. Piştî biryarê hê ne diyare ku dê şampiyonayê li kur bikin.

Bi heman mijarî:

Kremlîn: Milîtanên li Helebê bi zanebûn êrîşê nexweşxaneya Rûsî kir
Kremlîn: Erdogan ji bo gotinên xwe yên derbarê Esad de daxuyanî da Pûtîn
Kremlîn: "Îsal di plana Erdogan de serdana Rûsyayê tuneye"
Kremlîn: "Dibe Pûtîn û Obama li Peruyê hevdîtinekê pêk bînin"
Kremlîn: "Me pêwendî bi ekîba Trump re çênekiriye"
Etîketan:
Federasyona Bobsled û Skeleton a Navneteweyî (IBSF), Şampiyonaya Cihanê ya Bobsled û Skelton a 2017an, Berdevkê Ofîsa Çapemenî ya Kremlînê, Dmitriy Peskov, Soçî, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de