02:58 22 Hezîran 2018
Dmitriy Peskov

Peskov: Nêrîna Rûsya û Tirkiye li ser Sûriyê yek e

© Sputnik / Сергей Гунеев
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir, Rûsya û Tirkiye ji bo çareserkirina krîza Sûriyê li ser ‘yekbûna axê û siyasî’xwediyê heman nêrînê ne.

Berdevkê Kremlînê got, ‘îdealên me hene. Em li ser yekbûna siyasî û axa Sûriyê girêdayî îdealên xwe ne.'

Peskov îdiayên ku komkujî li Helebê têne kirin wekî çîrok rave kir û diyar kir, ‘Artêşa Sûriyê bi qasî ku dikare hewil dide bajêr ji terorîstan paqij bike.'

'EM LI BENDÊ NE PEVÇÛN DI ÇEND SEETAN DE BI DAWÎ BIBIN'

Dmitriy Peskov herwiha daxuyaniyên i ser kuştina sivîlan bi bîr xist û got, ‘Ew daxuyanî dûrî rastiyê ne. Rastî dûrî van daxuyaniyan e. Li Helebê sivîl ji aliyê terorîstan ve wek mertalên zindî têne bikaranîn. Em li bendê ne di nav çend demjimêran de pevçûnên çekdarî yên li Helebê bi dawî bibin.'

Bi heman mijarî:

Serokwezîrtî: "Tirkiye û Rûsya bazirganiya xwe dê bi TL û rubleyê bikin"
Pisporê Rûsî: Di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de peymaneke veşarî heye
Îdia: Dê Amerîka, Rûsya û Tirkiye operasyona hevpar bikin
Etîketan:
Rûsya, Tirkiye, Heleb, Sûriye, Tirkiye, Rûsya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de