07:46 12 Kanûn 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: Em di têkoşîna li dijî terorê de bi Tirkiyeyê di têgihiştineke hevbeş de ne

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew di mijarê şerê li dijî terorê de, bi Tirkiyeyê re xwedan nerîneke hevbeş in.

    Lavrov li paytexta Sirbistanê Belgradê bersiva pirsyarên rojnamevanan da û diyar kir ku bi awayekî xurt pêwendiyê bi Tirkiyeyê re ji bo rewşa Helebê datînin. Wezîrê rûs wiha got: "Temasên bi aliyê tirkî re bibandor in û ji bo kordînekirina gavên me li Sûriyeyê re ne. Ev temas bi awayekî mişe û rêk û pêk bi rê ve diçin".

    Herwiha Lavrov diyar kir ku Moskow û Enqere li pêşberî peywirên li himberî cîhanê radiwestin xwedan têgihiştineke hevbeş in û wiha dewam kir: "Ev peywir girêdayî têkoşîna li dijî terorê û yekîtiya axa Sûriyeyê û nehiştina pereçbûna axa wê ve girêdayî ne".

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Balkêş e ku mirov îdiayên tehdîda Rûsyayê li Krwatyayê bibihîze
    Lavrov: Divê Amerîka hurmetê ji hiqûqa navnetewî re bigire
    Lavrov: Ew 'fikr' provokasyon e
    Lavrov: 'Amerîka bo revebiriya Esed hilweşîne El Nusrayê diparêze'
    "Ên ji Lavrov re dibêjin "sûcdarê şerî", gelo dê bo bombekerên leşkerên iraqî çi bibêjin?"
    Lavrov: Dibe ku hevkariya bi tirkan ji ya amerîkiyan bikêrhatîtir be
    Etîketan:
    Sergey Aksenov, Rûsya, Moskow, Enqere, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de