07:56 18 Kanûn 2017
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Pûtîn ‘siyasetmedarê salê' hat hilbijartin

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskyi
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî anketa dawî ya ku ji terefê Weqfa Lêkolînên Raya Giştî ya Rûsyayê (FOM) hat kirin ji sedî 43ê gelê rûs Pûtîn wekî ‘siyasetmedarê salê' hilbijart.

    Li gorî anketa dawî ya ku ji terefê Weqfa Lêkolînên Raya Giştî ya Rûsyayê (FOM) hat kirin ji sedî 43ê gelê rûs Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wekî ‘siyasetmedarê salê' hilbijart. Li welatê Rûsyayê her roj piştgiriya serokê rûsî zêde dibe.

    Weqfa Lêkolînên Raya Giştî ya Rûsyayê (FOM) li 104 niştecihên cuda û bi tevlîbûna hezar û 500 kesî di navbera 3 û 4ê Berfenbarê de anketek çêkir. Li gorî anketê ji sedî 43yê gelê Rûsyayê Pûtîn wekî ‘siyasetmedarê salê' hilbijartin.

    Ji sedî 9ê beşdervanan ji bo vê pênasê Wezîrê Derve Sergey Lavrov, ji sedî 7 Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Liberal Vladimîr Jîrînovski layiq dîtin û ji sedî 5 jî tercih xwe ji bo Wezîrê Parastinê Sergey Şoygu bikar anîn.

    BÛYERA SALÊ HILBIJARTINA DUMAYÊ BÛ

    Ji aliyê din ve li gorî kesên ku tevlî ankete bûne ji sedî 6ê wan hilbijartina Dumayê ya 18ê Cotmehê û ji sedî 29an jî hilbijartina Donald Trump bo Serokatiya Amerîka bûyera salê ye.

    Herwiha li gorî şirketa lêkolînên raya giştî ya Levada Centerê ku li 137 niştecihên Rûsyayê bi hezar û 600 kesî re di navbera 18 û 21ê Mijdarê de anket çêkiribû, ji sedî 86ê beşdarvanan ji kiryarên Pûtîn razî ne.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn peyama hevkariyê ji Sisi re şand
    Pûtîn sersaxî ji Sîsî re xwest
    Pûtîn diyar kir bê çi ji Japonyayê dixwazin
    Pûtîn: Her tim amade me bi Trump re bicivim
    Pûtîn diyariya japonan qebûl nekir
    Etîketan:
    Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Liberal, Weqfa Lêkolînên Raya Giştî ya Rûsyayê (FOM), Pûtîn siyasetmedarê salê hat hilbijartin, Vladimîr Jîrînovski, Donald Trump, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de