18:01 13 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: Her tim amade me bi Trump re bicivim

    © REUTERS/ PRAKASH SINGH
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku ew her dem amade ye, bi serokê Amerîkayê yê nû hilbijartî Donald Trump re bicive. Pûtîn teqez kir ku ne pêkan e, mirov piştgiriyê nede banga Trump a asayîkirina têkiliyan bi Rûsyayê re.

    Pûtîn berî serdana xwe ya 15-16ê Berfanbarê ya Japonyayê de bi televizyona Nipponê ya japonî re axivî û got: "Eger em behsa hevdîtina bi Trump re bikin. Wiha difikirim ku pêwîst e, mirov demê bide serokê hilbijartî ta ku birêveberiya xwe damezirîne û dest bi peywira xwe bike. Em hertim amade ne bicivin. Ji aliyê me qet ti kêşe tine ne."

    Herwiha Pûtîn li ser banag Trump normalîzekirina têkiliyan jî axivî û got: "Serokê hilbijartî yê DYAyê bang dike ku têkilî bên normalîzekirin. Ne pêkan e ku mirov piştgiriyê nedê. Çi tiştê dikeve ser milê me, em ê bikin".

    Ji aliyê din ve, Pûtîn bersiva pirsyarekê derbarê slogana Trump a ku digot, "dîsa Amerîka bike bêhempa" de da û got: "Divê em fêm bikin bê Trump dê çawa naveroka vê teza xwe tijî bike. Em hêvî dikin ku li pêşberî pêşkeftina têkiliyên me nebe asteng".

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn peyama hevkariyê ji Sisi re şand
    Pûtîn diyariya japonan qebûl nekir
    Pûtîn sersaxî ji Sîsî re xwest
    Ji Pûtîn bo Erdogan peyama sersaxiyê: "Em bawerin ku wê bê ceza nemîne"
    Pûtîn: Bijîşkên rûs ên li Helebê mirin, di peywireke mirovî de bûn
    Êdî rûsî jî dê bikaribin ji şîrê Pûtîn vexwun
    Etîketan:
    têkiliyên Amerîka û Rûsyayê, Donald Trump, Vladîmîr Pûtîn, DYA, Japonya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de