15:01 25 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Balkêş e ku mirov îdiayên tehdîda Rûsyayê li Krwatyayê bibihîze

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku tiştekî seyr e ku mirov îdiayên wiha bibihîze ku Rûsya Krwatyayê tehdîd dike û got, eger Zagreb amade be, delîlan pêşkêş bike, em amade ne nîqaş bikin.

Destpêka vê mehê medyayê ragihand ku Seroka Krwatiyayê Kolinda Grabar Kitaroviç îdia kiriye ku ihtimal heye, nakokiyên leşkerî li herêma Balkanê çêbibin û Rûsya bi awayekî çalak bandorê dike.

Lavrov derbarê mijarê de ji Spûtnîkê re wiha got: "Hûn dizanin ez seroka krwatî dinasim. Ez wiha difikirim ku têkiliyên min pê re xweş in, heta ji dema ku wezîra derve bû. Ji bo min tiştekî balkêş e ku mirov gotinên wiha bibihîze ji seroka dewletekê ku Rûsya dixwaze pê re, bi hemû welatên Balkan û yên parezmîna Ewropayê re bibe dost. Eger delîlên xurt di destên wê xanima serok de hebin, em amade ne meseleyê nîqaş bikin".

 

Bi heman mijarî:

Lavrov: Ew 'fikr' provokasyon e
Lavrov: 'Amerîka bo revebiriya Esed hilweşîne El Nusrayê diparêze'
"Ên ji Lavrov re dibêjin "sûcdarê şerî", gelo dê bo bombekerên leşkerên iraqî çi bibêjin?"
Lavrov: Ewropa û Amerîka hevdînên Sûriyê nakin derd
Lavrov: Artêşa Sûriyeyê hemû çalakiyên xwe yên leşkerî yên li Helebê rawestandin
Lavrov ji bo Kerry: Rêveberiya Obama hewl dide ku bingehên hevkariyê birûxîne.
Lavrov Wezîrê derve yê Brîtanyayê vexwend Moskowê
Etîketan:
Kolinda Grabar Kitaroviç, Zagreb, Balkan, Krwatiya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de