08:51 20 Hezîran 2018
Pasevanên sînoran li giravên Kûrîlê

Pûtîn diyar kir bê çi ji Japonyayê dixwazin

© Sputnik / Roman Denisov
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku ew dixwaze têkiliyên wan û Japonyayê vegerin wek berê û peymaneke aştiyê bê îmzekirin.

Vladimîr Pûtîn û Ebdulfetah El Sîsî
© Sputnik / Michael Klimentyev
Pûtîn bi televizyona Nippon TVyê ya japonî re axivî û wiha got: Em dixwazin têkiliyên xwe bi temamî bi Japonyayê re normalîze bikin.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo pêkanîna vî tiştî, pêwîst e Rûsya û Japonyayê peymana aştiyê îmze bikin ta ku rewşa şerî ya navbera herdû welatan bi dawî bike li gel ku ev rewş bi awayekî fiilî ji bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyem de bi dawî bûye jî.

Japonyayê peymana aştiyê bi Rûsyayê re îmze nekir ji ber îdiayên japonyayê li ser giravên Kûrîlê yên ku Rûsyayê di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyem de rizgar kiribûn.

Herwiha Serokê Rûsyayê derbarê vê mijarê de jî wiha got: "Ti kêşeyên derbarê erdan de bi Japonyayê re tine ne lê Japonya îdia dike ku kêşeyên wê hene. Lê dîsa jî em amade ne vê mijarê jî nîqaş bikin."

 

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn peyama hevkariyê ji Sisi re şand
Pûtîn diyariya japonan qebûl nekir
Pûtîn sersaxî ji Sîsî re xwest
Ji Pûtîn bo Erdogan peyama sersaxiyê: "Em bawerin ku wê bê ceza nemîne"
Dewletên rojavayî karta Pûtîn dilîzin
Pûtîn: Bijîşkên rûs ên li Helebê mirin, di peywireke mirovî de bûn
Êdî rûsî jî dê bikaribin ji şîrê Pûtîn vexwun
Etîketan:
Nippon TV, Vladîmîr Pûtîn, Japonya, Rûsya, Kûrîl
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de