16:50 18 Hezîran 2018
dmîrtîy peskov

Peskov: Îdiayên êrişa sîber dûrî profesyoneliyê ye

© Foto: Host photo agency
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov, diyar kir ku îdiayên ku Rûsya jî tevlî êrişên sîber bûye, ne rast in û dûrî profesyoneliyê ye.

Peskov di daxuyaniya çapemeniyê de got: ‘Hin saziyên çapemeniyê, bo vê nûçeyê belav bikin  ketine nava hewldaneke taybet. Hin rayedarên payebilind yên li Amerîka û Brîtanyayê jî derbrê vê nûçeyê de bi taybetî daxuyaniyan didin. Ev daxuyaniyên pûç û vala ne rast in.'

Peskov daxuyaniyên derbarê îdiayên êrişa sîber wekî dûrî 'profesyoneliyê' û bê eleqe  şîrove kir.

Hefteya borî di nûçeyên çapemenya Amerîkayê yên ku spartibûn CIAyê dihate gotin ku Rûsya bo serkeftina Donald Trump mudaxaleyî hilbijartinên Amerîkayê kiriye.

Bi heman mijarî:

Di encama êrişa sîber de malpera hikumeta Swêdê jî hat girtin
Peskov: Amerîkayê gefên sîber ên bêhempa li me dixwe
DYA: Em ê bersiva êrişên sîber yê Rûsyayê bidin
'Sûcdariyên êrişên sîber yên DYAyê dûrî rastiyan e'
DYA ji ber êrişa sîber Rûsyayê sûcdar kir
Etîketan:
sîber, hêz, şerê welatan, şerê sîber, Dmîtriy Peskov, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de