04:15 28 Gulan 2018
İgor Konaşenkov

Rûsya: Dem hatiye ku niyeta rasteqîn a dewletên rojavayî bo Helebê bê ezmûnkirin

© Sputnik / Alexander Vilf
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Igor Konaşenkov got, êdî dem hatiye ku niyeta rasteqîn a dewletên rojavayî û rêxistinên sivîl ku amadekariya xwe ji bo şandina alîkariya mirovî bo Helebê ragihandibû bê ezmûnkirin.

Konaşenkov wiha got: Em bangî hemû aliyan, Amerîka,Brîtanya, Fransa, Kanada, Yekîtiya Ewropayê û saziyên navnetewî dikin ku van çend mehên dawî ragihandibû ku dixwazin alîkariya mirovî bişînin Helebê. Êdî dem hatiye ku niyeta we ya rasteqîn bê ezmûnkirin".

Herwiha Konaşenkov diyar kir ku di du rojên dawî de 50 hezar sivÎl ji taxên rojhilatê Helebê hatine derxistin û li cihên ewle hatine bicihkirin û wiha pê de çû: "Tenê di nîvê roja îro de, bêtirî 20 hezar kesî ji rojhilatê Helebê derket û bêtirî 200 milîtanî jî çekên xwe danîn".

Rayedarê rûs hişyarî da terorîstan, "dijberên nerme" û serokên wan ta ku ti provokasyonan nekin û guleyan bera sivîlan nedin gava ku hewl didin di korîdorên mirovî re derkevin.

 

Bi heman mijarî:

Rûsya: Ji sedî 93ê rojhilatê Helebê di bin kontrola Sûriyeyê de ye
Rûsya: "Ji rojhilatê Helebê 8 hezar û 500 sivîl hatin tahliyekirin"
Rûsya: "Bêîqtîdariya siyasî ya dewletên rojavayî îspat bû"
Rûsya û Çînê pêşnûmeya Helebê ya ji DENYê yê re hate pêşkêşkirin veto kirin
Rûsya seeta herî dirust a atomî çêdike
"Rûsya tenê bi destûra Kabilê dê operasyonê li Afxanistanê pêk bîne
Rûsya li bendê ye ku 15 milyar dolar li dahata petrolê zêde bibin
Etîketan:
Konaşenkov, Heleb, Kanada, Fransa, Brîtanya, Amerîka, Sûriye, Ewropa, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de