18:03 13 Kanûn 2017
Zindî
    Heleb

    Amerîka bi şandina çekan bo muxalîfan şer zêdetir dike

    © AFP 2017/ AMEER ALHALBI
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Rayedarê Navenda Lêkolînê ya Îslamê û Ereban ku li Moskovayê ye Borîs Dolgov ragihand ku biryara rakirina Amerîkayê ya kêmkirina çek dayîna komên muxalîfan dê pevçûnan dirêjtir bike û li dijî çareserkirina şerê li Sûriyeyê ye.

    Dolgov biryara rakirina, kêmkirina çekan bo Muxalîfên Suriyeyê, ya Seroko Amerîkayê Barack Obama nirxand û got: ‘Obama beriya çûna xwe di serî de rewşa Helebê û Sûriyeyê dixwaze biguherîne. Lê Artêşa Sûriyeyê serkeftin li ser serkeftinan bidest dixe. Îslamên Radikal hindik mane têk biçin, erd winda dikin û mîlîtanên wan çek diberdin û direvin. Obama ji bo vê rewşê biguherîne û muxalîfên ku dijî Esad şer dikin, arîşên wan zêde bike, biryarek wiha girt.'

    JI BO HEWLDANÊN MIROVÎ RÎAYET NAKIN

    Dolgov destnîşan kir ku ev biryar şerê li Sûriyeyê dirêjtir bike û wiha pê de çû: ‘Ev biryar wek ku mirov petrol li agir bike û hewldanên alîkariya mirovî yên Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê û rêvebiriya leşkeri ya Sûriyeyê rîayet nake.

    RÊVEBIRIYA NÛ DIBE VÊ BIRYARÊ BETAL BIKE.

    Rayedarê Navenda Îslamê balê kişand ser rêvebiriya Amerîkayê ku amadekariya çûnê dikin, biryara sevqiyata çekan bo Sûriyeyê dibe ji aliyê rêvebiriya nû ve bê betalkirin.

    Bi heman mijarî:

    Esad: Heleb dê boçûna tevahiya şerê Sûriyeyê biguherîne
    Terorîstan Heleb bombebaran kirin û zarok jî di nav de 12 kes mirin
    Heleb heya dawiya salê wê were rizgarkirin?
    Rûsya: "Milîtanan Heleb bombebaran kir, 127 sivîl hatin kuştin"
    Namzedê Serokatiya Amerîkayê: Heleb çî ye
    Etîketan:
    zêdebûn, çek, biryar, Borîs Dolgov, Barack Obama, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de