10:43 27 Gulan 2018
Sergey Lavrov

Zaxarova Reuters li derewê xist

Sputnik
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova nûçeya Reutersê ya derbarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotibû, dijûn li pêyamnêran kirine li derewê xist.

Berdevka Wezareta Derve Zaxarova li ser rûpela xwe ya Facebookê derbarê îdiayan de wiha got: "Min dîmeneke wiha anî ber çavan.
Şubeya Reutersê ya Almanyayê ji peyamnêrên rêveberiyê re pirsa karekî çawa dikin dipirse.
Rêvebirî: Gelo hûn îro nêzî Lavrov bûn?
Peyamnêr: Belê.
Rêvebirî: Lê belê ew?
Peyamnêr: Wî jî pirsa ‘Hûn çi dixwazin?' kir.
Rêvebirî: We çi kir?
Peyamnêr: Wî jî pirs kir û got, ‘Hûn çi dixwazin?'
Rêvebirî: We çi got?
Peyamnêr: Ne tiştek.
Rêvebirî: Lê wî?
Peyamnêr: Li gor vê vîdyoyê…xuyaye, ji me re gotiye, ‘moron'. Lê baş nayê fêmkirin…

Rêvebirî: Biçin vîdyoyê belav bikin. Ne tenê di Reuters bila her kes bizane."

Hêjayî bîrxistinê ye medya Ukraynayê vîdyoyeke ku dihat îdiakirin Lavrov dijûn li peyamnêran kiriye belav kiribû.

 

Bi heman mijarî:

Zaxarova: "Lavrov û Kerry îro li Almanyayê hevdîtinekê pêk tînin"
Zaxarova: Lavrov negot Sûriyeyê êrîş bir ser sengerên Tirk
Zaxarova: “Li ser peymanê îmzeya Enqereyê heye”
Zaxarova: ‘Dê sepandinên Kanadayê bê bersiv nemînin'
Zaxarova: "Biryara PEyê ya li dijî RT û Spûtnîke têkeve pratîkê emê bersiv bidin
Etîketan:
Lavrov, Zaxarova, Ukrayna, Reuters, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de